Gelek jin bi berhemên xwe beşdarî Festîvala Payîzê bûn

Li bajarê Silêmaniyê festîvala payîzê dest pê kir û gelek jinên destrengîn ji bo nasandina berhemên xwe beşdarê festîvalê bûn.

Silêmanî- Duh li kargeha Cixare ya bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Anya Festîvala Payîzê ya berhemên xwemalî û karên destan dest pê kir, wê hefteyekê berdewam bike. Gelek jin bi berhemên xwe yên rengîn ên karê dest û xwemalî ji bo berhemên xwe bidin nasîn beşdarî festîvalê bûn.

Di roja duyem festîvalê de bi beşdariya hemwelatiyên ji derve û bajarê Silêmaniyê berdewam dike û berhemên xwemalî û karên dest tên pêşandan.

‘Festîval ji bo nîşandana berhemên jinan bi sûd e’

Jina destrengîn ku bi berhemên xwe yên karên dest û cil û bergên Kurdî beşdarî festîvalê bû, Sara Dizayn wiha got: “Jin dikarin bibin xwediyên karê xwe û ji bo dahata jiyana xwe kar bikin. Ev cureyên festîvalan ji bo jinên xwedî kar ku berhemên xwe bidin nîşandan gelek bi sûd e.”

‘Divê hemû jin karên xwe bikin’

Ferîde Mihemed ku bi berhemên xwemalî yên weke hingiv, goz, rîçal, keşk û çendin berhemên din beşdarî festîvalê bû got: “Heta ku berhemên Kurdî hebin, hemwelatî berhemên derveyî welat nakirin. Lê belê di van salên dawî de ji ber xirabiya rewşa aborî, kirîna berhemên xwemalî kêm bûye. Her wiha li gorî werzan jî daxwaz li ser berheman heye. Kar hemû giran e lê belê bi alîkariya malbatê û dema ku mirov berhemên wê dibîne hemû westandina kar derbas dibe. Banga min ji bo jinan ew e ku jin dikarin ji bo xwe qadekê bibînin û kar bikin, da ku çavên wan nemîne li destên kesê. Nabe kesek kar bike û em lê mêze bikin divê em hemû kar bikin.”

‘Kêrhatiniya her kesê heye’

Jina bi navê Viyan Rustem ku xwedî karê xwe ye û bi du cureyên xwarinên bakurê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûye wiha got: “Ez wek jineke ciwan cara sêyem e beşdarî festîvalan dibim. Min ev herdu cureyên xwarinê anîne da ku xelkê tam bikin û jê hez bikin. Peyama min ji bo jinan ew e ku hewl bidin, bi xwe li ser lingên xwe bisekinin, ji ber kêrhatiya her kesê di qadekê de heye.”