Gel li dijî biryara darvekirinê li qadan e
Li Îran û Rojhilatê Kurdistan serhildana ku di pêşengtiya jinan de despêkiribû berdewam dike. Gelê ku meydan kirin qada têkoşînê, bi agir berdana kolanan biryara darvekirinê şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpêkirîn, li beramberî hemû zext, gef, cezayê darvekirinê berdewam dike. Bi hêceta ku beşdarî serhildanan bûne Mohammad Mehdi Karimi û Seyed Mohammad Hosseini hatin girtin, rastî îşkenceyên giran hatin û di sibeha 7’ê Çileyê de hatin darvekirin. Gelên ku li dijî darvekirina dû ciwanan helwesta xwe nîşan da, dûh car din herikîn qadan û nerazîbûna xwe diyar kirin.
Çalakî belavî gelek bajaran bûn
Li rûxmê gef, girtin, qutkirina internetê, şevê din li Rojhilatê Kurdistanê û îranê li bajarên Tahran, İsfahan, Hormozgan, Kazvin, Varamin, Karaj, Meşhed, Babol û gelek bajarên din gel herikîn qadan û agir pêxistin û dirûşmeyên li dijî hikumetê û dirûşmeyên azadiyê berz kirin.
Xwepêşanderan bi dirûşmeyên xwe xwestin pergala rêveberiya rejîma Îranê were guhertin.