Ji bo Eren Keskin, Narges Mohammadi û Marta Chumalo xelata Olof Palme
Xelata Olof Palme ya 2023’an ji ber hewldanên wan ên di têkoşîna dibin ewlehiyê de girtina azadiya jinan, ji Ukraynayê ji Marta Chumalo, ji Tirkiye ji Eren Keskin û ji Îranê ji Narges Mohammadî re hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Xelata Olof Palme ya 2023’an ji ber di serdemeke ku mafên mirovan bi şer, tundî û zordariyê tê tehdît kirin de ji ber hewldanên wan ên di têkoşîna dibin ewlehiyê de girtina azadiya jinan, ji Ukraynayê ji Marta Chumalo, ji Tirkiye ji Eren Keskin û ji Îranê ji Narges Mohammadî re hat dayîn.
Narges Mihemedî ku li Girtîgeha Evînê tê girtin, di parvekirina xwe li ser rûpela Instagramê de hat ragihandin ku xelata Olof Palme 2023’an wergirtiye. Merasîma xelatdayînê dê 1’ê Sibata 2023’an roja Çarşemê li salona konserê ya Stockholmê were li dar xistin.
Marta Chumalo, Eren Keskin (dîjîtal), Serokê Memorial Fund Olof Palme Stefan Lofven, Joakim Palme, Sekretera Giştî ya International Center ya Olof Palme Anna Sundstrom dê beşdarî merasîmê bibin. Narges Mihemedî ya xwediyê xelat dê bê temsîlkirin.
‘Ew rêyên mirovên wêrek vekirin'
Komîsyon sedema xelatê bi van gotinan eşkere kir:
“Xelat ji bo di serdemeke ku mafên mirovan bi şer, tundî û zordariyê tê tehdît kirin de ji ber hewldanên wan ên di têkoşîna dibin ewlehiyê de girtina azadiya jinan hat dayîn. Ev her sê jin, di tevahiya jiyana xwe de û çalakiyên xwe gelek xwişkên xwe yên têdikoşîn re ji mirovên din re îlham dan. Ew rêya jin û xortên ciwan ên leheng ên ku ji bo mafên bingehîn yên hemû mirovan têkoşîna xwe didomînin vekirin.”
Marta Chumalo
Marta Chumalo femînîst, pipora zayendiya civakî û derûninas e. Weke yek ji damezrînerên navenda Nêrînên Jinan ev bîst sal in ji bo piştgirî dayîna jinên rastî tundiyê tên, dixebite. Marta Chumalo, ji sala 2014’an û bi taybetî piştî sala 2022’an dagîrkirina berfireh a Rûsyayê ya Ukraynayê û vir ve, ji bo der barê bandorên şer de hay jê hebûn avabike û di mijara dest girtina pêwistiyên kesên zirar dîtine de bi awayekî berfireh xebat meşand. Marta Chumalo ji bo di şer de piştgirîkirina mexdûrên tundiya zayendî, daxwaza bi bandor pêkanîna Peymana Stenbolê dike.
Eren Keskin
Eren Keskin parêzerek mafên mirovan ku dehan salên xwe ji bo parastina kesên ku li Tirkiyeyê bi cudakariyê re rû bi rû tên ango hindikahiyên etnîkî, LGBTQI+ û penaberan feda kiriye. Li gel bi sedan lêpirsînan, rastî sûcdarkirin û gefên mirinê hat. Her wiha piştî ku Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ew wek girtiya derbirînê îlan kir, ji ber baweriyên xwe ket girtîgehê. Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Tundiya Zayendî davakir û bi salan darizandina gelek leşker û rayedarên payebilind misogerkir.
Narges Mohammadî
Narges Mohammadî rojnamevan û çalakvana mafên mirovan ku li Îranê di têkoşîna mafên jinan û azadiya derbirînê de figûrek navendî ye. Bû yek ji damezrînerên Konseya Aştiya Neteweyî Îranê û di rêxistinên wek Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan û Legam (Kampanyaya Gav Bi Gav Rakirina Cezayê Darvekirinê) de bû navek bibandor. Çalakvantiya wê bû sedema dubare dubarê were girtin û çend caran cezayê girtîgehê girt. Ji Mijdara 2021’an û vir ve bi sûcdariya ‘bi fealiyata li dijî dewletê propaganda’, li Girtîgeha Evîn ku bi navdariya xirab navdar re hat mehkûm kirin.