Foza Yusuf ji Newaya Jin re axivî: Divê em ruhê Kobanê zindî bikin

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusuf a ji bo hejmara nû bersiva pirsên Newaya Jin da. Foza Yusuf di hevpêyvîna xwe de balê dikşîne ser êrişên dewleta Tirk yê li dijî Rojava û dibêje, “Divê em ruhê Kobanê zindî dîsa bikin.”

Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Mijdarê ya Newaya Jin bi manşeta 'Jin dînamîka parastina şoreşê ye' derket. Di hejmara nû ya Newaya Jin de hevpêyvîna Foza Yusuf a li ser rewşa li Kurdistan û heremê, geşedanên li Rojhilata Navîn cih girt. Foza Yusuf di hevpêvvîna xwe de bal dikşîne ser êrişên dewleta Tirk ê li ser heremê û bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî dibêje; “Divê em ruhê Kobanê zindî bikin.”

‘Komploya Navnetewî mudalaxela li Rojhilata Navîn bû’

Foza Yusuf di hevpêyvînê de balê dikşîne ser Komploya Navnetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û wiha dibêje: “Siyaseta Rêber Apo di Rojhilata Navîn de dimeşand dihişt têkoşîna azadiyê bihêz bibe. Di navbera Kurd û Ereban de tifaqek pir xurt hebû. Bêguman vê bandoreke pir mezin li ser herêma Rojhilata Navîn dikir. Hebûna Rêber Apo hevsengiyeke siyasî ya gelek xurt bû. Lê bi Komploya Navnetewî re ne tenê li ser gelê Kurd, li ser tevahî Rojhilata Navîn planek hat pêşxistin. Xwestin wê hevsengiya di navbera hêzan de heyî ku dihişt li dijî hêzên hegemon ên cîhanê têkoşînek mezin pêk were, ji holê rakin. Esas mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn bi komploya li dijî Rêber Apo dest pê kir, ji wê rojê heta niha jî ev mudaxele berdewam e.”

‘Bi komployê xwestin têkiliyên di navbera Kurdan û Ereban de tine bikin’

Foza Yusuf dibêje “Derketina Rêber Apo ji Sûrî ji bo hemû beşên Kurdistanê, Rojhilata Navîn derbeyekî pir mezin bû” û wiha didomîne: “Lê esas ji bo Rojavayê Kurdistanê bandoreke pir xirab kir. Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê gelek xebatên xurt dabû meşandin. Gel hatibû rêxistinkirin, çanda şoreşê çêbûbû, bi hezaran mîlîtan û şoreşger tevlî şoreşa azadiyê dibûn, bi sedhezaran-milyonan mirov li derdora şoreşa azadiyê ya Kurdistanê kom dibûn. Rêber Apo Rojavayê Kurdistanê kir kelhekî netewa Kurd. Her wiha ji ber bi awayekî baş hatibû rêxistinkirin, Rojavayê Kurdistanê di Sûrî de jî bûbû hêzeke pir giring. Tirkiyê xwest vê hevsengiyê jî xirab bike. Bi komployê xwestin têkiliyên stratejîk ên di navbera Kurdan û Ereban de tine bikin.”

‘Êrişên îro bi heman armancê ne’

Foza Yusuf destnîşan dike ku bi Komploya 9’ê Cotmehê re destwerdan li Sûrî hatiye kirin û wiha balê dikşîne ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava: “Li ser vî bingehî pir berçav e eger îro di salvegera komploya navnetewî de li ser Bakur-Rojhilatê Sûrî êrişan pêk tînin, dibînin ew Komplo 1998’an bi ser neket. Ji bo vê, mîrateya Rêber Apo ya li vê derê, destkeftên gelê Rojavayê Kurdistanê bi dest xistî dixwazin tine bikin. Mirov dikare vê jî wekî berdewama Komploya Navnetewî pênase bike. Çawa wê demê bi Komployê dixwestin tevgera azadiyê tine bikin, mafên gelê Kurd ji holê rakin, nehêlin gelê Kurd bibe xwedî statûyeke siyasî, îro jî armanca êrişan heman tişt e.”

‘Kurd xwedî rêber, fikr û birdozî ne’

Foza Yusuf dibêje ku dewleta Tirk ji destpêka komarê ango ji destpêka sedsala bîstan heta niha li dijî hebûna gelê Kurd şerekî pir dijwar dimeşîne û destnîşan dike ku çawa gelên Ermen û Sûryan bi komkujî û koçberiyê anîn wî astî li ser vê axê ber bi tinebûnê ve biçin, ji bo gelê Kurd jî her tim di nava plan û hewlên wiha de bûne. Foza Yusuf wiha didomîne:

“Ev siyaset bi hukûmeta Erdogan-Bahçelî re derket astekî bilindtir. Divê em di vî derbarî de rola hêzên navnetewî ji bîr nekin. Hêzên Komploya 9’ê Cotmehê pêk anîn naxwazin gelên Rojhilata Navîn pirsgirêkên xwe çareser bikin, li herêmê aramî çêbibe. Ji bo vê, bi hemû rê û rêbazan dixwazin şer û alozî hebe. Çavkaniya destekdayîna wan a ji bo Erdogan ev e. Rast e, îro dewleta Tirk bi her awayî di nava seferberiyê de ye ku Kurdan di vê sedsalê de bêmaf bihêle. Çawa ku di sedsala 20’an de ev kir, dixwaze di sedsala 21’an de jî vê bike. Ji ber dibîne Kurd rabûne ser lingan, xwedî tevger in, xwedî rêber in, xwedî fikr in, xwedî bîrdozî ne.”

‘Kurd li heremê bi bandor in, dewleta Tirk vê ji bo xwe xeter dibîne’

Foza Yusuf a dibêje “Kurd di herêmê de xwedî bandor in û dewleta Tirk a nîjadperest vê ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne” wiha didomîne:  “Ew zêhniyeta olperest-nîjadperest, siyaseta hêzên hegemon naxwaze Kurd bibin hêzekî demokratîk di herêmê de. Bi êrişan, şerê taybet, koçberkirinê, perçekirinê, li hemberî hev rakirin û rêbazên curbicur ev şer li ser Kurdan tê meşandin. Şerê îro li ser Kurdistanê şerê qirkirinê ye, şerê ku dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin bixwe ye. Lewma jî xeteriyên pir mezin hene. Dewleta Tirk ji van tevlîheviyên li dinyayê heyî, wekî rewşa li Ukrayna, Îsraîl-Filîstîn, rewşa li herêmê dixwaze feyde bike. Lewma îro asta şerî hildaye herî jor. Ev şerekî gelekî mezin û xeter e. Divê wekî gelê Kurd, gelên herêmê em vê rastiyê pir baş bizanin û girêdayî vê tevbigerin.”

‘Dixwazin pergala Rêveberiya Xweser tine bikin’

Derbarê hedefgirtin û êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziyên heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yuusuf wiha dibêje: “Dewleta Tirk bi derewan xwest bêje ji ber du ciwanên fedaî li Enqerê çalakî kirine em êrişî Rojava dikin, lê ev derewekî mezin e, ti bingeha wê nîne. Çawa çêdibe di nava 24 saetan de ewqas cih tesbît dikin, ewqas keşîf dikin, ewqas plan datînin. Bi vî rengî dixwazin êrişên xwe rewa bikin. Armanca dewleta Tirk tinekirin û tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Ev jî ne tenê îro, bi êrişkirina li ser Efrîn û Serêkaniyê, bi destekdayîna DAIŞ û Cephet El Nusra pir eşkere derketiye holê. Diyar e rêbazên heta niha biser neketine. Rêveberiyê hebûna xwe dewam kir, li gel vê jî li hemberî hemû dorpêç, şer û aloziyan karî vê herêmê rêxistin bike û birêve bibe. Lewma stratejiyek nû danîn. Ew jî ev e, bi lêdana binesaziyê dixwazin pergala Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî tine bikin.”

‘Xwedîderketina gel nîşan da ku ev êriş nagihin armancên xwe’

Foza Yusuf wiha didomîne: “Armanca dewleta Tirk ew e, Kurd li ti derê nebin hêz, nebin xwedî statû, vê ji bo xwe xeter dibîne. Sedema bingehîn ya hedefgirtina binesaziyê ew e koçberiyê çêbike, demografyayê biguherîne û sîstema Rêveberiya Xweser hilweşîne. Herêmê neçarî hilweşandin û teslîmiyetê bike. Bêguman ev êriş, ev kiryar hemû sucên şer in. Di aliyên parastin, hiqûqî, civakî, dîplomasî û raya giştî ya cîhanê de ji bo van sucên şer bidin nasîn, eşkere bikin û bidin dadgehkirin em ê bi her awayî têkoşîna xwe xurt bikin. Wan dixwest di nava gel de şikandin, rev û tirs çêbe. Lê her kesê dît gel bi sekin û îradeyek gelek xurt li dijî êrişan sekinî. Gel bi xwedîderketina li hêzên xwe, li şehîdan û daketina qadan nîşan da ku ev êriş nagihin armancên xwe.”

‘Beşdarbûna çalak a jinan weke xeterî dibîne’

Foza Yusuf bibîr dixe ku yek ji sedemên bingehîn a êrişên Tirkiyê ew e jin di nava vê pergalê de gelek bihêz, azad û aktîv beşdar dibin û dibêje ku  ji ber dewleta Tirk xwe li ser zayendperestiyê bi cih dike, pergala jinan, şoreşa jinan ji pergala xwe ya paşverû, kevneperest, olperest-zayendperest re wekî gef dibîne. Foza Yusuf wiha didomîne: “Tê zanîn Erdogan peymana Stenbolê ji holê rakir. Esas ev êrişek bû li ser mafên jinan. Ji bo şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê, Bakur-Rojhilatê Sûrî pêşketî nebe şoreşeke herêmî, ji jinan re nebe hêvî, ji bo jinên Tirkiyê jî nekarin sûdê jê wergirin dixwazin şoreşê bifetisînin. Pêşengên tevgera jin, siyasetmedarên jin, şervanên jin herdem bûn armanca êrişên dewleta Tirk. Êrişekî pir dijwar li ser jinan pêk tînin. Ji ber dizanin jin dînamîka vê şoreşê ne, lewma ewqas êriş dikin. Îro li ser şoreşa jinê di warê bîrdozî, siyasî, aborî û her awayî êrişek heye. Ji bo ew paşverûtiya berê dîsa vegerînin, hêzên paşverû yên mêrê serdest di nava hewldanê de ne.”

‘Têkoşîna azadiya jinê ji bo tevahî jinan bû hêvî’

Foza Yusuf dibêje ku ji bo parastina destkeftên şoreşa jinê berî hertiştî têkoşîn pêwist e û nirxandinên xwe wiha berdewam dike: “Em nikarin bêjin me şoreş çêkiriye û her tişt bi dawî bûye. Bêguman me gavên giring û mezin avêtine, lê êrişên pir xeter li ser şoreşa netewa demokratîk û şoreşa jinê hene. Di serî de divê jin van êrişan pir xurt fêm bikin, şîrove bikin, bizanin armanca wan çiye. Ya dî divê em wekî jin xwe baştir rêxistin bikin. Jineke bîrewer, jineke bi azadiyê çêbûyî ti carî nayê kolekirin. Her wiha jin divê xwe ji bo parastinê amade bike. Her jinek berpirs e xwe, jiyan, nirx, erd û nirxên xwe biparêze. Îro li her devera cîhanê şerên dijwar hene, em dibînin jin bê parastin dimînin. Tekoşîna azadiya jinê, şoreşa jinê ji bo tevahiya jinan bû hêviyek.

‘Li hemberî vî şerê dijwar divê yekîtî, hevkarî û têkoşîna me mezin be’

Destkeftên li Rojava ji bo jinan hemûyî ye. Lewma di vî warî de jî pêwiste jinên azadîxwaz, tevgera jinan a cîhanê li vê destkeftê, li şoreşa xwe xwedî derkevin. Li ser pergal, destkeft û şoreşa jinê êriş çêdibin, lê bertek kêm in. Li hemberî vî şerê dijwar divê yekîtî, hevkarî û têkoşîna me mezin be. Di vî warî de lawazî gelek in. Giring e berxwedanek hîn radîkaltir hebe, em ji bo her tiştî amade bin. Ev jî bi xwe rêxistinkirin û xwe zanekirinê, xwe parastinê, xwe perwerdekirinê pêkan e. Ji bilî vê em ne dikarin xwe ne jî azadiya xwe biparêzin.”

‘Ger bi her awayê em xwe bi çek nekin emê nikaribin hebûna xwe biparêzin’

Bi berdewamî Foza Yusuf van nirxandinan dike: “Dewletên dagirker, dewletên hegemonîk şerekî cîhanî dikin, ev şer li ser axa me, li welatê me pêş dikeve. Ji bo vê jî wekî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Tirkmen û hemû pêkhate eger bi her awayî em xwe bi çek nekin, xwe neparêzin ne tenê destkeftî, em ê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin. Di vî şerê niha dimeşînin de cografyayê vale dikin û kesên din bi cih dikin. Gelekî ji kokên wî de radikin. Binêrin bi milyonan mirov ji Ukraynayê koçber bûn. Li ser Kurdistanê jî şerek wiha tê meşandin ku Kurdistan bê valekirin. Siyasetekî pir sîstematîk dimeşînin. Dixwazin vîna mirovan bişkînin û teslîm bigirin. Ji bo vê, em nikarin li hemberî vî şerê piralî tenê bi hêzên profesyonel ên leşkerî xwe biparêzin. Bêguman ev jî pir giring in, divê hebin. Lê divê em bizanin her mirovek ji civaka me eger ne xwediyê bîreweriya parastinê be, ne perwerdekirî û amade be mehkumî tinebûnê ye, an jî mehkumî pişaftinê ye.

‘Divê em li gor rastiyê xwe amade bikin’

Ji bo Kurd û Ereb bibin dijminên hev, Kurd perçe bibin, me koçber bikin, teslîm bigirin, tine bikin û welatê me dagir bikin hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Eger em dixwazin bi rûmet, bi nasname û zimanê xwe bijîn, divê em di her alî de xwe amade bikin. Divê herkes xwe li gorî rastiya şer rêxistin bike, xwe ji bo her êrişê amade bike, di alarmê de be. Binêrin li her alî, li herêmê, li cîhanê şer heye. Ev şer jî dê wisa hêsanî raneweste. Eger em dixwazin wekî gel bi rûmet, bi vîn û bi azadî bijîn, rêyek vê heye ew jî rastiya gelê şoreşger, gelê şerker ê xwedî li xwe derdikeve, hebûna xwe û pêşeroja xwe diparêze ye. Rewşek berovajiyê vê dê me bi qirkirin, komkujî û tinebûnê re rûbirû bihêle. Divê em xwe nexapînin, rewşa îro li herêmê nîşan dide ka çend metirsî heye. Divê em jî xwe li gorî vê xeteriyê, li gorî vê rastiyê amade bikin.”

Berfirehiya hevpêyvînê hûn dikarin li ser vê derê bixwînin: https://www.newayajin.net/dive-em-ruhe-kobane-disa-zindi-bikin/