Forûma Cîhanî ya Xwendekaran ji bo Ahoo Deryaeî bang kir
Forûma Cîhanî ya Xwendekaran (WSF) bi daxuyaniyekê banga azadiya Ahoo Deryaeî kir û hate gotin; “Dixwazin bi girtina Ahoo Deryaeî kes li hemberî tundiyê ranebe.”
Navenda Nûçeyan – Di 2’yê Mijdarê de li Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê xwendekara jin ya bi navê Ahoo Deryaeî, li dijî ferzkirina xwegirtinê çalakiyeke protestoyî li dar xistibû. Piştî wê xwendevana zanîngehê hatibû binçavkirin û heya niha jî dibin çavan de tê ragirtin.
Forûma Cîhanî ya Xwendekaran (WSF) derbarê binçavkirina Ahoo Deryaeî de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em ji rewşa Ahoo Deryaeî ku sewqî Nexweşxaneya Psîkiyatrî hatiye kirin bifikarin. Em bê şert û merc daxwaza azadiya Ahoo dikin. Nerazîbûna Aho Deryaî zîrektî û azadiya jinên Îranê ya dijî sînordarkirina mafê bingehîn nîşan dide. Binçavkirina vê xwendekarê nîşana wê ye ku li Îranê zilmek mezin li jinan tê kirin. Binçavkirina Ahoo hişyariyek ya wêye ku dixwazin xwendevan û ciwan dijî tundûtujiyê nerazîbûn nîşan nedin.”