‘Fikrên Rêber Apo li dijî siyaseta qirker a li ser gelan riya azadiyê ye’
Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen anî ziman ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî siyaseta qirker a li ser jinan û civakê tê meşandin riya azadiyê ye û banga bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.
ROJ HOZAN
Qamişlo – Afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in di zindana Îmraliyê de rastî tecrîdeke giran tê û ji mafên xwe yên jiyanî û hiqûqî bêpar e. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan û gelan pênaseya jiyan, hebûn û nasnameya wan e. Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen bal kişand ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jin û civakê civakê yekane riya serkeftinê ye, anî ziman ku bi riya tecrîdê tê xwestin ku gelê azadîxwaz ji fikrên wî bê durxistin û da zanîn ewê têkoşîna li dijî tecrîdê û Komploya Navneretî bilind bikin.
Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Mizgîn Hesen felsefe û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya pejirîna felsefeya azadiya jinan li Kurdistanê û li tevahî cîhanê mirovahî bi desthilatdariya sîstema mêrperest de dijiyan. Fikir û ramanên Rêber Ocalan ji bo jinan, li Kurdistanê li her derê bi pêş ket. Her wiha di gelek mijarên girêdayî azadî, hişmendiya jin û hişmendiya rizgarkirina jinan ji sîstema desthilatdar aliyê piştgiriya jinan girt, li ser vî esasî em dibînin jin kar û xebatên xwe pêkan dike. Îro em dibînin serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di bin dirûşma “Jin jiyan azadî” ew ne tişteke normal e û ji nişkêve derketiye lê belê ev encama fikrên azad ên Rêber Apo ne. Rêber Apo gotiye ku ger jin azadiya xwe bi dest nexin wê demê jiyana xwe jî misoger nake lê eger jin azadiya xwe bi dest bixe wê civak, malbat û jiyana xwe misoger bike. Li hemberî bîrdoziya mêrperest Rêber Apo xwest jin fikrên xwe bi pêş bixe her wiha mijara xwespartina mêr û di bin sîwana wan de hiştin red kir. Pêwîst e jin bi xwe hêza xwe bidin avakirin û li ser wê esasê azadiya xwe misoger bikin û bi bîrdoziya jinan li her derê xwe birêxistin bikin. Her wekî din mijara ku jin weke zanist were şîrovekirin û xwendin di zanista jineolojî de destnîşana rêzdarî û qîmetdayina ji şexsê jinan re, ev jî yek ji encamên fikrên Rêber Apo ye ku li ser esasê wê bingeha civaka azad tê avakirin.”
Serhildanên jinan
Mizgîn Hesen nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û perspektîfên wî der barê azadiya gelan de şîrove kir û wiha domand: “Rêber Apo li kêleka azadiya jinan girîngiyeke mezin da azadiya gelan ku di hemû cureyên jiyanê de xwedî maf, nêrîn û rol bin. Îro em dibînin serhildanên ku bi pêşengiya jinan dest pê dikin û hemû gel cihê xwe di nav de digre berdewamiya xeleka azadiyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî rola civakê di meşa azadiyê de diyarde ye. Sîstema li herêmê hatiye rûniştandin hîşt ku bi saya fikrên azad hemû mirov xwedî misyon bin û herdu zayend di nava hevsengiyê de bijîn. Li aliyekî din jî hêz û baweriyeke pir mezin daye jinan ku ew dikarin li her derê xebatên xwe bidin meşandin. Ramanên Rêber Apo bû sedem ku mijara azadiya jinan û gelan li her derê belav bibe. Îro em dibînin hemû gel û pêkhateyên ku li ser vê xakê dijîn pêşketinên erênî di aliyê hevqebûlkirinê de bi pêş xistine. Hevsengiya jiyana hevbeş û qebûlkirina hev di herêmê de hişt ku gelek mijarên têkildarî qanûn û kevneşopiya li ser jinan dihat meşandin, kêm bibe. Ev hemû di dema pêş de wê bibe bingeha azadkirina malbateke demokatîk. Ji bo wê perspektîfên Rêber Apo der barê jin û civakê de dane tesbîtkirin pêwîst e her kes di malbata xwe de dest pê bike û pêk bîne heya em bigihîjin jiyana aram ji bo tevahî jin û civakê.”
‘Tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina zagonên navneteweyî nîşan dide’
Mizgîn Hesen bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha pê de çû: “Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin li dijî hemû zagonên navneteweyî ye û binpêkirineke eşkere ye ji van zagonan re ye. Ji mafê her girtiyekî ye ku bikaribe xizmên xwe, parêzerên xwe bibîne û bi derve re têkiliyê çêbike lê em dibînin ji bo Rêber Apo ev hemû tune ne. Tecrîd watedariya qutkirina fikrên Rêber Apo ji civakê ye, ji ber ew dizanin ramanên Rêber Apo hêzê didin civakê û dikarin bibin bersiv ji hemû siyasetên wan ên qirker re. Ya girîng ew e ku em weke jin û civak rêxistina xwe xurt bikin û hemû hêzên komploger têk bibin wê demê em dikarin ji bo Rêber Apo azadiya mayinde bixin bin temînatê.”