‘Felsefeya Rêber Ocalan di jinên Ereb de guhertinek bi kok ava kir’

Kenana Abdo û Alaa Al-Saleh ên ji Reqa diyarkirin ku felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di jinên Ereb de guhertinek bi kok ava kiriye û dan zanîn ku jinên Ereb ketine ferqa rastiya dîrokê.

YUSRA AL-EHMED

Reqa- Jinên Ereb ku ji aliyê sîstema mêrsalar ve di nava zextan de dimînin û dibin navê tore û kevneşopiyan de mafê wan ji destê wan hatiye girtin û rastî gelek bê edaletiyê tên. Bi şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêşketî, jin di gelek qadên jiyanê de cih digrin, ji bo pergala netewa demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixin meryetê kedek mezin dan. Felsefeya jiyanê ya Abdullah Ocalan jinên Ereb jî di nav de ji aliyê jinên herêmê ve hate şopandin û bûye rêyek ji bo xwegihandina azadiyê.

‘Bi felsefeya Rêber Apo beşdariya jinan di her qadan de çêbû’

Rêveberiya Meclîsa jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Kenana Abdo wiha got: “Îro hebûna jinan di her qadê de bi xwedîderketina felsefeya jiyanî ya Rêber Abdullah Ocalan re çêbûye. Fikir û ramanên Rêber Ocalan ji bo jinan bûye rênîşandan. Xwendina jinan ya pirtûkên Rêber Ocalan, fêrbûn û felsefeya wî sûd da ku fikrê neyênî yên DAIŞ’ê ku ferz dikir ji holê rabe. Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de jineolojî pêşkêşî jinan kir. Ji bo jin bigihêjin azadiya xwe û kontrolê bigre destê xwe divê gelek bixebitin.”

‘Rastîya dîrokî ya jinên Ereb ferq kir’

Kenana Abdo da zanîn ku jineolojî hemû jinan berbi bi hevrûbûna bi zoriyan ve biriye û wiha got: “Jineolojî hemû pirsgirêkên ku jin ji ber zîhnyeta mêr jiyan dikin dike rojev. Jin ji civaka xwezayî ve di her qadê jiyanê de bi hêz û lêdertiya xwe tê nasîn. Jin di şerên dîrokê de bi têkoşîna xwe îradeya xweya bi hêz îsbat kirine. Ji ber vê divê jin rastiya xwe ya dîrokî bizanin û ji nûve bi nivîsin. Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan negihîşt armanca xwe, Rojhilata Navîn û welatên cîhanê giringî dane fikrê wî. Felsefeya jiyanê ya Rêber Ocalan bandor li jinên Ereb kiriye. Jinên Ereb ên ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan fêrbûne, rastiya dîrokî ferq kirin û ji bo mafê wan yên jê hatiye girtin cardin bigrin beşdarî têkoşînê bûne.”

‘Me di cihana xwe de şoreşek gerdûnî ava kir’

Endama Komîteya Perwerdeya Kombûna Jinan ya Zenûbiya Alaa Al-Saleh wiha got: “Bi saya tezên Rêber Ocalan jinan bi serxist ku di cihana xwe de şoreşekê ava bikin û karin di qadên siyasî, leşkerî û civakî de rol bigrin. Jin bi salan ji aliyê zîhniyeta mêr û rejîma otoriter ve rastî vederbûn û zextan hatine, di nava orf û edetan de hatine girtin. Bi avakirina Rêveberiya Xweser, pergala Netewa Demokratî kete meryete, jin bi vê sîstema ji nû ve rol girtin û bi fêrbûna fikrên Rêber Ocalan karîn bikevin ferqa rastiya dîrokî. Rêber Abdullah Ocalan der barê rastiya jinê de fikir û tezên wî guherînên giring jî bi xwere anîn. Jin bi kurbûna tez û fikrên Rêber Abdullah Ocalan di gûherînek dîrokî û rastiya xwe de guhertinek bi kok ava kir.”