Fawzia Al-Marai a Reqayî: Jin bingehê înşakirina civakê ne

Fawzia Al-Marai ji bo tişta herî binirx a ku jê hatî standin cardin bigre û bi şert û mercên şer re têkoşînê dike, bejdarî Yekitiya Rewşenbîran bûye û di qada wêje û çandê de xebat dike û got: “Jin di înşakirina civakê de bingehîn e.”

Reqa- Li bajarê Reqa ku di berhemdana huner û wêjeyê di pêşdeye, di salên ku DAÎŞ bajar dagirkirî de jin rastî gelek pêkanînên dij mirovane hatin. Piştî ku bajarê Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demoqratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, jin bi sistema Netewa Demoqratîk di hemû qadên jiyanê de cih girtin.

‘Ji bo jinan zayînek nû destpê kir’

Fewzia Al- Marai ku 70 salî yek ji wan jinên ku di qada wêje û çandê de li pêşe, diyarkir ku dema ku bajarê Reqa dibin kontrola DAÎŞ’ê de, neçar ma ku koçî derveyî Sûriye bike, Li Reqa DAÎŞ’ê pirtukane vegerandin xweliyê û wiha got: “Gelek derbas nebû, ji ber DAÎŞ li herêmê şikest û ji bo me jinan zayînek nû destpê kir. Di guherîna civakê ji cehalet û paşverutiyê rizgarbûyînê me pêşengtî kir. Bi şikestina DAÎŞ’ê re ez vegeriyam Sûriye û min bi awayek aktîv  cihê xwe di wêje û çandê de girt.” 

Fawzia Al-Marai da zanîn ku ji gelê xwe armanca ku rolek a jinan hilgire û wiha dom kir: “Hezkirina min a çandê û azweriya min, min ber bi bejdariya yekem ya Yekitiya Rewşenbîr û hemû jiyana min û ez bikevin bin siya zanist û vê fikrê rewşenbîr. Min hewl da ez alîkariya jinên ku dixwaze bibin rol modela hinek din û bibin çavkaniya îlham û hêviya jinên cihanê û bi fikrê ronahî bidin zîhneyetan û kêrhatiyê xwe ên hunerî ên hatin veşartin derbixin. Min xwest ku jinan di civakê de pêşbixim û ji tarîtiya cehalete derbikevin.”

‘Bawerî û têkoşîn çeka min bû’

Fawzia Al-Marai bal kişand ser zehmetiyên ku di pişeya wêjeyê de rastî hatî û wiha got: “Derbarê pîşeya min û hunera li Yekitiya Rewşenbîran di civakê de ez rastî gelek rexne û nêrînên nerênî hatim. Li beramberî hemû sînordarkirina wêjeyê, serkeftin, destkeftiyan, bawerî û têkoşîn çeka min bû û ew tiştên ku heta niha min serxistî ez weke jinekê têrker nabînim.  Zanîst weke deryayê ye û heta xalekê xilas nabe ji bo gihana lutkeyê ez hewl didim.”

 ‘Em hewla hişyariya civakê didin’

Fawzia Al-Marai derbarê xebatên ku di Yekitiya Rewşenbîran de dide meşandin de wiha got: “Em hewl didin ku bi rêya xebatên cûda û waneyên çandî hişyariya çandê û perwerdeyê belavî civakê dikin û destpêkê divî alî de em balê didin ser rola jinan. Em fikrên çandî didin jinan, em bi rihê civakê di xebitin ji ber hedef û aramancek me a hemûyan heye, ew jî avakirina ronesansek a çandê ye. Di dema êrîşên DAÎŞ’ê de di dema ku Reqa tarîtî jiyan dikirin hema bêje çand tune bû û bi taybet civak ji vê bê par ma. Jinên perwerdekirî û zanîst di qada çandê de tune bûn, evejî bû sedem ku bandorê li pêşketina jinê bike û hawirdeyek cehalet ava bibe.”  

‘Jinan cewhera xwe nas kir’

Fawzia Al-Marai di axaftina xwe de girêdana jinan bi çandê re anî ziman û wiha pê de çû: “Jin xwezayî bi hîsê xwe û zekaya xwe tên naskirin û pergala neteweya demokratîk ew derfet da ku jin  bi cewherê xwe bibînin, xwe îsbat bikin, çanda xwe bi pêş bixin û azad bibin. Ji cudakariya civakî ku nasnameya wan ji destên wan digre, ji çewisandina çandê xelas bûn. Konferans, semîner û diyalogên ku pirsgirêka jinan û civakê digrin dest li dar xistin. Bi van xebatan re têgeh û lêkolîn hatin pêşkêşkirin ku dê jin bikaribin astengiyên li dora xwe bişkînin. Armanca min ew e ku bingeheke çandî ji jinan re amade bikim û di avakirina kesayetek azad a bi zanebûn û ramana azad de tevkariyê bikim.”

‘Em bang dikin ku jin jêhatîbûnên xwe bi pêş bixin’

Fawzia Al-Maraî wiha got: “ Di perwerdeyên xwe de em jinên li gundewaran de dijîn derdînin pêş ji ber ku ew di quralê eşîrtiyê de, di bin civaka gundewaran de koma herî zêde bi cudakariyê re rû bi rû tên. Ji bo ku em wan teşwîq bikin hişyarî û çandê belav bikin dixebitin. Bi taybetî jî wekî di civaka xwezayî de em dixwazin jêhatîbûna jinan zîndî bikin û bi pêş bixin. Ji bo ku em ji bo jinan tecrube û pisporiyê ava bikin dixebitin. Hedefa me ya sereke ew e ku her cure cehaletê ji holê rakin, avakirina malbateke azad û civakeke azad û demokratîk e ku tê de edalet û wekheviya di navbera zayendan de serdest be.”

‘Jin li hemberî sîstema mêr serî radikin’

Fewziya El-Mereyî têkildarî xebatên jinan li bajarê Reqayê bi taybetî di warê wêje û çandê de wiha got: “Jin tevî hemû astengî û rexneyên civakê, bi jêhatiya xwe hewl didin guhertinan çêbikin û kesayeta xwe bi pêş bixin. Ez di nava Yekitiya Rewşenbîran de beşdarî çalakiyên xwendin û nivîsandinê dibim û hewl didim beşdarî hemû çalakiyên çandî bibim. Jinên ku li dijî zilmê têdikoşin, li hemberî pergala mêr li ber xwe didin û hêza xwe dikin yek. Gelek jin hene ku bi berxwedaniya xwe di hemû serdeman de nemir bûne. Têkoşîna van jinên berxwedêr bi pirtûkan nifş bi nifş tê derbaskirin. Piştî her êş û zehmetiyê serkeftin heye, ji ber vê jî ji berxwedan, têkoşîn, paşve nekişandin pêwîst e.

'Jin bûn bingeha civakê'

Fewziya El-Mereyî anî ziman ku jin bi rakirina astengiyên di nava civakê de bûn pêşeng û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan êdî xweseriya xwe ya aborî bi dest xistine. Bûn bingehên civakê û stûna avakirina wê. Bi têkoşîneke berberdewam jin dikarin bandorê li jinan bikin û wan teşwîq bikin ku hunera xwe bi pêş bixin."