Faîze Hasanîzad ji Girtîgeha Kaşanê hate berdan

Faîze Hasanîzad a li Kaşanê dijî, piştî temambûna cezayê xwe, ji Girtîgeha Kaşanê hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Faîze Hasanîzad a li Kaşanê dijî, piştî temambûna cezayê xwe, ji Girtîgeha Kaşanê hat berdan.

Faîze Hasanîzad, 1’ê Kanûnê ji bo razandina cezayê girtîgehê ya 6 rojî hat girtin û sewqî Girtîgeha Kaşanê hatibû kirin.

Beriya niha, piştî ku ji bo dayîna hin daxuyaniyan bi dezgehek ewlehiyê re têkilî danî, bi şertê dayîna belgeya mûçeyê heta pêkhatina danişînê, bi awayekî demkî hate berdan.

Faîze Hasanîzad, di 22’ê Cotmehê de di Dadgeha Şoreşê ya Kaşanê de bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" mehkûmê cezayê girtîgehê ya 3 meh û 1 rojek hatibû kirin. 6 rojên vê cezayê dê bê pêkanîn û 85 roj jî hate taloqkirin.

Yek ji sûcdariyên li dijî wê, parvekirina naverokê li ser rûpela wê ya medyaya dîjîtal a kesane ye.

Faîze Hasanîzad, dayika sê zarokan e û nişteciha navçeya Kaşanê ye.