Dosyaya sendîkavan Toran Silêmanî Babadî hate girtin
Konseya Koordînasyina Sendîkayên Mamosteyên Îranê, ragihand ku doza Toran Silêmanî Babadî ya bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" dihat darizandin, bi dayîna cezayê pere re hate girtin.
Navenda Nûçeyan – Konseya Koordînasyina Sendîkayên Mamosteyên Îranê, di rapora xwe de ragihand ku biryara veguherandina cezayê girtîgehê ya 3 mehan a der barê endama sendîkayê Toran Silêmanî Babadî ya li Şûşê dijî ya ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Şûşê ve hatiye dayîn, ji bo cezayê pere hatiye bicîhanîn û piştî dayîna cezayê pere, doz hatiye girtin.
Toran Silêmanî Babadî, bi teblîxatek ji bo Yekîneya Lêpirsînê ya 5’emîn a Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Şûşê hatibû gazîkirin û danişîna lêpirsînê di heman mehê de li wir hatibû li dar xistin. Endama sendîkayê, parastina xwe ya têkildarî sûcdariya "propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" pêşkêş kiribû û di dawiya danişînê de bi kefaleta 200 milyon tûmenî hatibû berdan.