Ezgî Mola ji bo hilbijartinê bang li jinan kir

Lîstikvan Ezgî Mola bang li jinan kir wiha got: "Ez feraseta ku jinan di wesayîda hilbijartinê de jî nîşan nade û her roj hewl dide tundiya li dijî wan rewa bike, naxwazim. Divê em hemû di hilbijartinê de van tiştan bifikirin.”

Navenda Nûçeyan- Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê re 10 roj man. Banga jinan ji bo hilbijartinê didome. Lîstikvan Ezgî Mola li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal Înstagramê, dîmêne stranbêj Gulşen Çolakoglu ya ku “Gelo êdî hemû kes dikare jinan rehet bihelê” ya ku ji ber gotinên wê yên der barê mezûnên Lîseya Îmam Hatîp de cezayê girtîgehê hat dayîn, parve kir.

Ezgî Mola di parvekirina ku bi van dîmenan re parve kir de têkildarî hilbijartinê bang li jinan kir. Ezgî Mola, diyar kir ku jin rehet nayên hiştin û divê bi vê hişmendiyê dengê xwe bidin û wiha got:

"Jinan rehet nahêlin. Divê em di hilbijartinê de bi fikra van tiştan dengê xwe bidin! Ez feraseta ku jinan di wesayîda hilbijartinê de jî nîşan nade û her roj hewl dide tundiya li dijî wan rewa bike, naxwazim. Ez pergalek ku her roj jinek bibe kurbanê cînayeta mêran û bêceza bimîne naxwazim. Çi dibe di hilbijartinan de van tiştan jî bifikirin? Piştgiriyê nedin partiyên ku bazirganên olî ne. Partiyên ku kesên destdirêjiyê li zarokan dikin berdidin û piştgirî didin wan. Piştgiriyê nedin kesên ku kujer û hovan berdidin."