‘Ev sedsal ne ya desthilatdaran dê ya jinên berxwedêr be’

Berdevka Mala Jin Rîma Mehmûd diyar kir ku li Iraqê guherîna di “Zagona Rewşa Kesane” de hatiye kirin dê bandorê li ser welatên Ereb bike û got: “Ev sedsal ne ya desthilatdariyên ku zagonên şerîetê li ser jinan ferz dikin, dê ya jinên berxwedêr be.”

NUCAN ARAS

Hesekê – Guherînên di Zagona Rewşa Kesane de ku di serî de Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, li gelek welatan bû sedema berteka jinan; di 21’ê Çileyê de li Parlamentoya Iraqê hat erêkirin.

Berdevka Mala Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Mehmûd, got ku li Iraqê zagonên heyî yên mafên jinan diparêzin pêk nayên, bi guherînên ku di van zagonan de tên kirin jî jin mexdûr dibin.

Rîma Mehmûd bi gotinên; “Li Iraqê û gelek welatan, her çendî di zagonên de mafên jinan hebin jî ev zagonên bi cih nayên” diyar kir ku Zagona Rewşa Kesane ya bi Hejmar 188 a di sala 1959’an de hatiye derxistin û di parlamentoyê de gelek caran guherîn tê de hatine kirin, zagoneke ku yekitiya gel diparêze ye.

‘Guherîn dê bibin sedema bêîstîqrariyê’

Rîma Mehmûd got ku guherînên di zagonê de çêbûne, binpêkirina mafan e û wiha domand: “Vê zagonê mafên jinan dixist bin temînatê û di civakê de îstîqrarê çêdikir. Îro pejirandina guherîna zagonê dê bibe sedema bêîstîqrariya gelê Iraqê. Dê pirsgirêkên heyî qat bi qat zêde bibin, kûrtir bibin û bibe sedema binpêkirina mafên jinan.”

‘Ev biryar feraset û polîtîkayeke dewletê ye’ 

Rîma Mehmûd bal kişand ku dê guherîn bibe sedema zewicandina zarokan û got: “Bi pejirandina biryarê re dê nirxên exlaqî binpê bibin, pêşî li zewicandina zarokên keç vebe. Ev rewş dê bibe sedema xeterên mezin. Zewicandina zarokan, polîtîkayeke qirêj a feraseta dewletê ye li ser civakê tê ferzkirin.”  

‘Di ji ber vê biryarê welatên Ereb ên din jî bi bandor bibin’

Rîma Mehmûd; da zanîn ku bi taybetî li Rojhilata Navîn, li her derê cîhanê, jinên ku serkirdeyên jiyanê ne, veguherîne amûra mêtinkariya desthilatdariyan û wiha domand: “Ji ber vê helwesta Iraqê dê welatên din ên Ereb jî bi bandor bibin lewre gelek ji van welatan zagonên şerîetê pêk tînin. Van welatan bi zagonan diyar dikin ka divê jin çawa tevbigerin, li gorî çi û kê teşe bigrin. Bi wê yekê jinan bi sînor dikin. Bi navê îslamê van zagonan derdixin lê divê ev were famkirin ku; di ola îslamê de zagonek li ser zordariyê tune ye.”

Rîma Mehmûd pêkanînên li Efganistan û Îranê mînak nîşan da û got: “Biryarên ku Talîban digre ketiye rojeva hemû cîhanê. Li Îranê bi zewacên muta û ferzkirina hicabê heman rewş heye. Li Iraqê jî bi zagonên ku pêşî li zewicandina zarokên keç vedike, armanc ew e ku jinan ji aliyê civakî û derûnî ve perçe bikin û bingeha rêxistinbûnê qels bikin.”

‘Jin xwedî mîraseke bi hêz a dîrokî ne’

Rîma Mehmûd diyar kir ku tevî polîtîkayên zextan jî jin bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têdikoşin û vê felsefeyê li Rojhilata Navîn ji bo jinan bûye hêvî. Rîma Mehmûd got ku jin xwedî mîraseke bi hêz a dîrokî ne û dê bi vê mîrasê xwe perwerde bikin û bibin bersiv.

Rîma Mehmûd, bal kişand ser girîngiya têkoşîn û rêxistinbûna jinan û got: “Bi mîrasa jinên berxwedêr û têkoşer; em ê li dijî dewletên ku ku bi şerîetê zayendperestiyê ferz dikin, zordarî, zext û komkujiyan dikin, tacîz û tecawizê zêde dikin derkevin û ji hemû êrîşan re bibin bersiv.”

Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin

Rîma Mehmûd got ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di jiyana jinan de gelek guherînên baş çêkiriye û wiha got: “Gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û jin, bi raman û felsefeya Rêber Apo, xwe dîtin, bûn xwedî îrade û gotin. Vê felsefeyê dîroka 5 hezar sal a desthilatdariyan da sekinandin. Di serî de jin, gelên xwedî nasnameyên cuda, li ser bingeha paradîgma û perspektîfên Rêber Apo xwe bi nêrîneke wekhev û demokratîk bi rêxistin dikin.” 

‘Dê ev sedsal bibe sedsala jinan’

Rîma Mehmûd gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinan, ji bo jinên Rojhilata Navîn bûye îlham, ji bo tevgerên şoreşger ên jinan heyecanek mezin çêkiriye. Ev sedsal dê ne ya desthilatdariyên ku zagonên şerîetê li ser jinan ferz dikin be; dê ya jinên azad ên ku bi destên hev girtine û têkoşîna xwe didomînin be.”