'Erdhej ne xwezayî ye, encama tahrîbata dewletê ye'
Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen got, "Divê were fêhmkirin ku her tiştê li van axan tê jiyîn, encama polîtîkayên şerê taybet ên dewlet li dijî gelan û axan dide meşandin e" û banga piştgiriyê kir.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Erdhej li gelek bajaran bû sedema hilweşandinek mezin. Ji bajarên ku hilweşandin hat jiyîn, tenê bermahiyên xirabeyan ma. Li hemberê qêrîna gel a bê çare, li her derê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng hatin destpêkirin. Gel dibêjin ku xizmên wan ne ji ber erdhejê be jî di encama qerisîna sermaya pileya di bin sifirê de jiyana xwe ji dest dane. Ji herêmên erdhejê dîmenên dibe ku kesek nikare wate bide tê; avahiyên hilweşiyane, qêrînên ji bin avahiyan tên, zarok, mirovên ku ji bo li kolanan necemidin hevdu hembêz dikin... Jin, zarok û astengdar weke komên herî şikesti yên erdhej û karesatan tên pênasekirin.
'Jiyan pir zehmet e'
Ziyanên ku karesatên xwezayî diafirînin, li gorî mêr û jinan jî cudahî nîşan dide. Jiyan ji bo jinên tên rizgarkirin, li herêmên erdhejê hin zêdetir dijwartir dibe. Ji pêkanîna pêdiviya tuwaletê bigire heta misogerkirina malzemeyên hîjyenik, ji têrkirina zarokan heta niştecihbûnê, pêdiviyên lezgîn ên jinan hene. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji kêliya ewil a erdhejê heta vê kêliyê bi awayekî rêxistinkirî li bajarên ku hilweşandin hatin jiyîn, dixebitin. TJA’yê ku jin û zarokan di rêza ewil de digre, li herêmê bi taybetî banga piştgiriya ped, biberon û xwarinê dike.
'Hilweşandin encama polîtîkayên şerê taybet e'
Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen a beşdarî xebatên Koordînasyona Krîza Erdhejê ya Navendî bû dibêje, "Dibe ku li van axan gelek erdhej hatibin jiyîn, lê erdheja vê carê ne erdhejek ji rêzê ye" û sedema vê yekê bi van gotinan diyar dike: “Encama polîtîkayên şerê taybet ên li van axan tên meşandin e. Ji şewîtandinê bigrin heta talankirina xwezayê, ji çêkirina bendavan bigre heta tiştên ji çiyayan re tên kirin, ev hemû bêtehamuliya dewletê ya li hemberî axên Kurdan nîşan dide.” Xecê Şen a dibêje, “Ev hemû polîtîkayan bû sedem ku erdhej bi hilweşandinek bivî awayî re encam bibe” bi taybetî bal dikşînê tahrîbata ekolojîk û erdingarî ya li herêmê.
Xecê Şen wiha axivî: “Bûyera hat jiyîn ne xwezayî ye. Dewleta Tirk hewl dide erdhej wek xwezayî bide nîşandan, lê ev ne rast e. Divê were fêhmkirin ku her tiştê li van axan tê jiyîn, encama polîtîkayên şerê taybet ên dewletan ên li dijî gelan û axan dide meşandin e. Divê ev were zanîn.”
Bi ruhê seferbertî dixebitin
Xecê Şen anî ziman ku li 10 bajaran ji roja ewil a erdhejê pêk hat heta niha bi hezaran aktîvîstên TJA'yê ji bo mexdûrên erdhejê dixebitin, dibêjê ji bo pêkanîna pêdiviyên jiyanî bi ruhê seferbertiyê tevdigerin û wiha dewam dike:
“Di vê seferbertiyê de dirûşmeya me ‘dema dema hevparîbûnê ye’, ev xebat bi rihek komûnal bi rihê seferbertiyê bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin. 24 saetan bi aktîvîst, xebatkarên me, sazî û rêxistinan, bi partiyên me yên wekî HDP û DBP’ê re bi awayekî hevpar koordînasyona krîza erdhejê ya navendî hat avakirin. Bi pêşengiya koordînasyona navendî li hemû bajar û navçeyên me yên Tirkiye û Kurdistanê koordînasyon hat avakirin. Bi taybetî ji doktoran bigre heta parêzeran di nava civakê de bi hezaran kes bi pêşengiya koordînasyona me xebatên xwe li Mereş, Elbîstan, Bazarcix, Semsûr, Dîlok, Hatay û Amedê yên ku erdhej lê hat jiyîn, didomînin.”
Xecê Şen a diyar kir endamên wan li hin cihan beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dibin, li hin cihan xizmetên tenduristiyê didin û li hin cihan jî xwarin çêdikin, anî ziman ku bi taybetî hewl tê dayîn pêdiviyên jiyanî bên bi cih anîn.
‘Hêza gelê Kurd astengiyan derbas kir'
Xecê Şen ragihand ku hin rayedarên kamûyê hewl didin alîkariyan asteng bikin û wiha dibêje: “Lêbelê hêza komunal a gelê Kurd, hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd bi seferberî û fedekariyeke mezin hemû astengiyên dewletê derbas kir. Dîsa rji bo qutkirina çapemeniya azad rojnamegerên jin û çapemeniya dijîtal hat astengkirin. Em hemû baş dizanin ku ji bo dengê gelê Kurd negihêje raya giştî û welatên xerîb ev yek kirin.” Xecê Şen der barê Rewşa Awarte (OHAL) de jî wiha diaxivê:
“Dewleta Tirk OHAL ragihand. Di bin navê OHAL’ê de gelek qedexe tên anîn. Lêbelê em vê yekê pir baş dizanin ku; li van axan pir OHAL hat ragihandin. Tu OHAL nikare xebatên me asteng bike. Yên ku nehatine rizgar kirin hene. AFAD di vê wateyê de ne têrkêr e. Alîkariya dewletê pir hindik e. Ji ber vê em bang li kesên dilxwaz û di vê wateyê de pispor in dikin ku bila biçin qadên erdhejê.”
Ji TJA'yê banga lezgîn
Xecê Şen balkişand ku li qadên erdhejê bi taybetî pêdivî bi derman, malzemyên hîjyen û xurekê heye û bi van gotinan bang dike: “Ji derman, malzemeyên hîjyenê, xwarin û vexwarin heta betanî û amûrê germahiyê pêvidî bi gelek tiştên lezgîn heye. Di vê wateyê de em dixwazin bang li her kesî dikin, pêvidî bi sobe, malzemeyên hijyenê yên jin û zarokan, betanî, fenera destan û ya herî girîng jî bi cilên ku mirovan ji baran û berfê biparêze heye. Bi lezgînî pêvidî wan tiştan heye. Dîsa ji gelek mirovên me yên ku ji bin xirabeyan hatine rizgar kirin û nikarin bimeşin jî pêdivî bikursiyên bi teker heye. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî kampanyaya ku me bi wesîleya we daye destpêkirin bibin. Di vê wateyê de em dixwazin berê xwe bidin cihên ku erdhej hatiye jiyîn.”
'Riyan vekin'
Xecê Şen dest nîşan kir ku hin gundên ku rêyên wan girtî ne û wek demsalî jî rêyên wan girtî ne bi tu awayî nikarin xwe bigihînin û wiha dibêje: “Divê rêyên gundan bên vekirin û gihandina me ya van gundan bê pêkanîn. Gelek tişt ku em bikin hene. Gelek tişten ku em piştgiriyê hev bikin hene. Bi ruhê seferberiyê divê ji 7 salî heta 70 salî hemû kes di wateya kamûyî, tenduristî û hiqûqî de destên bixin binê kevir. Em dikarin bi vî awayî gelê xwe ya hîn jiyana xwe ji dest nedane, rizgar bikin."