Dewleta Tirk endama Kombûna Jinan a Zenûbiya qetil kir

Kombûna Jinan a Zenûbya ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li dijî konvoya ber bi Bendava Tişrînê de rêvebera meclîsê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniyê de hat gotin ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi xemgînî şehadeta rêvebera meclisê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed radigihîne û hat diyarkirin ku Kerem di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha hate destnîşankirin ku Ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya li hemberî şer, bi hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê da Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel êrişeke hovane pêk anî, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û hin jî şehîd bûn. Ev êrişa dewleta Tirk nîşaneya hovîtî û armancên wê yên qirêj in.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û bi "karê terorane ya tirsonak" wesif kir û got dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên di oxira pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê de tê dikoşin, êrişên xwe dewam dike.

Di dawiyê de bang li tevahî jinên azadîxwaz hat kirin ku şehadeta Kerem ji bo tevahî jinan bang e ku divê li hember zulmê dengê xwe bilind bikin û ji tevahî cîhanê re bêjin ew teslîm nabin.