Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir

EGM’ê der barê Parlamentera Partiya Çepên Keskan a Stenbolê Ozgul Sakî de bi hinceta ku di axaftina xwe de gotiye “dagirker” gilî kir.

Navenda Nûçeyan - Midûriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) der barê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî de gilî kir.

Ozgul Sakî ji polîsên êriş kiribûn re gotibû “dagirker” bû mijara sûc. Beriya serlêdana sûc Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya beriya giliyê midûriyetê, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Ez, parlamentera HDP’ê ya ku ji polîsên me yên mudaxaleyî çalakiya bêdestûr kirin re heqareta ‘dagirker’ kiriye, şermezar dikim.”