'Em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bicivin'
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû, ku ev demeke dirêj e li ser têkoşîna jinan û siyaseta demokratîk dixebite, xwe amade dike ku vê têkoşînê bîne meclîsê û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28’emîn a Parlamenteriyê ya ku di 14’ê Gulanê de bên kirin çend roj man, xebatên partiyên siyasî yên li qadê dewam dikin. Li gel zêdebûna xebatên hilbijartinê, Partiya Çepên Kesk li bajaran ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Gelê ku bi armanca di vê hilbijartinê de li gorî hilbijartinên berê zêdetir wekîlan bişîne meclîsê, li qadan jî biryardariya xwe nîşan dide. Namzetên parlamenteriyê yên ji bo xebatên hilbijartinê her roj gund bi gund, mal bi mal digerin, hevdîtinên xwe yên bi gel re didomînin.
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû jî diyar kir ku kelecana gel di xebatên ku tên kirin de wêrekî û bawerî di nava wan de ava kiriye, bang li hemû jin û ciwanan kir ku di bin banê Partiya Çepên Kesk de bicivin.
Halîde Turkoglû ya ku demeke dirêj pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike û di nava siyasetê de cih digire, di sala 1985'an de li Amedê ji dayik bû. Halîde Turkoglû ya ku piştî xwendina xwe ya lîsansê di Midûriyeta Polîtîkayên Jinê de dixebitî, di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin. Halîde Turkoglu ku piştî ji kar hat derxistin di Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de dixebitî, paşê di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de erka Meclîsa Partiyê girt. Halîde Turkoglû ku herî dawî Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk kir, niha li bajarê ku namzet e û bi jinan re hevdîtin dike xebatên hilbijartinê dimeşîne.
'Jin pêşengên guhertinên civakî ne'
Halîde Turkoglû ku di vê pêvajoyê de gelek caran rastî tundiya darazê hat, di têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk de bi israr bû. Niha jî weke namzetê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê, xwe amade dike ku vê têkoşînê bîne meclîsê. Halîde Turkoglu, anî ziman ku jin pêşengên guhertina civakî ne û got, jin wê pêşengiya guhertina siyasetê bikin.
Halîde Turkoglu diyar kir ku armanca wan ew e ku bi zêdetir wekîlên jin bikevin meclîsê û xebatên xwe bimeşînin û wiha got: “Em ji mêj ve ye têkoşîna jinên Kurd dimeşînin. Di têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê de, li gel rejîma yek zilamî destkeftiyên me yên jinan hatin desteserkirin. Di dema ku me li dijî kesên destkeftiyên jinan desteser kirin de, em her tim bi tundiya darazê re rû bi rû man. Helbet ev yek ji cureyên şîdetê ye ku ji aliyê hikûmetê ve li dijî jinan tê kirin. Bi vî awayî tirsa xwe jî nîşan dide. Ger em ê behsa guherîna civakê bikin, pêşengên vê guherînê jin in. Di siyaseta demokratîk de ne qadeke serbixwe ye. Siyaset heta îro her tim weke cîhaneke serdest a mêr hatiye fehmkirin an jî di xala “di şexsê jinên mêrbûyî de siyaset bê kirin” hin pêşniyar hatine kirin. Lê em weke tevgera jinên Kurd û weke hemû beşên têkoşîna azadiya jinê ya li Tirkiyeyê ji bo ku siyaset demokratîktir bibe û jin di nava siyasetê de zêdetir xuya bibe em dixebitin. Dîsa derbarê azadiya gelan de dibe ku geşedanên girantir rû bidin.”
'Qeyûman kirin ferasetek rêveberiyê’
Halîde Turkoglu bi bîr xist ku dema ew li Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Çinarê dixebitî, bi qeyûma ku li ser şaredariyê hat avêtin ji karê xwe hatiye îhrackirin û diyar kir ku ev qeyûm li bajaran li ser navê jinê çi hebe wê armanc dike ku tune bike.
Halîde Turkoglu da zanîn ku rakirina midûriyetên jinan û girtina saziyên jinan tenê çend mînakên vê yekê ne û wiha got: “Ya rast qeyûm ji bo rêveberiya bajêr hilweşînin, pêk ahtin. Ev li Tirkiyeyê bûye zîhniyeta rêveberiyê. Ne tenê ji bo şaredariyên HDP’ê ji bo komeleyên jinan jî qeyûm hatin tayînkirin. Dîsa li hemberî baroyan û li hemberî rêxistinên pîşeyî yên cûda bi awayê ku ‘dema gotinek demokratîk bikar bînin dibe ku rastî qeyûmê bên’ veguherîbû gefxwarinê ne. Ev ne ji ruhê rejîmê serbixwe ye, veguheriye nêzîkatiya rêveberiyê. Bi vê feraseta rêveberiyê herî zêde bandor li jiyana me jin, ciwan û gelê Kurd kir. Ev yek bandor li jiyana kesên xwedî nasnameyên cuda kiriye.”
'Em dixwazin bi hejmara herî zêde di meclîsê de cih bigirin'
Halîde Turkoglu anî ziman ku Partiya Çepên Kesk ji partiyên din zêdetir namzetên jin hene û destnîşan kir ku ew dixwazin di hilbijartinên pêş de vê hejmarê hîn zêdetir bikin. Halîde Turkoglu, diyar kir ku gelek jin ji wezîfeyên ku bi pergala zipperê dikarin bên hilbijartin tên namzedkirin û di meclîsê de jî der barê jinan de zêdetir gotin dikarin bên gotin û wiha got: “Em bi taybetî wekî Partiya Çepên Kesk, partiyeke wisa ne ku piralîbûnê diparêze li parlamentoyê. Me biryar da ku bi hejmara herî zêde biçin meclîsê, ev têkiliyên pêkutiyê yên me anî ziman ji holê rakin, ew nasname bikaribin gotinên xwe bêjin û polîtîkayên xwe bi jiyanî bikin. Em wek jin di meclîsê de dixwazin bi hejmara herî zêde cih bigrin. Dema em îro li profîla namzetên partiyên siyasî dinêrin, em dibînin ku mixabin di derbarê jinan de ne samîmî ne. Dîsa jin gelek paşde bûne namzet. Lê Partiya Çep a Kesk bi ser ket û ji sedî 45ê jinan weke namzet destnîşan kir."
'Em ê qada siyasetê ji mêran re nehêlin'
Halîde Turkoglu bi gotinên “Îro di hemû qadên jiyanê de temsîliyeta wekhev diyar dibe. Em di vê mijarê de bi biryar û bi israr in û di vê xalê de me kedeke mezin xerc kiriye. Di meclîsa partiya me de divê hemû hevalên me yên jin di siyasetê de pêşeng bin. Li ser vê yekê me bang li hemû jinan kir. Divê jin bicivin û di Partiya Çep a Kesk de xizmetê bikin. Divê em vê qada siyasetê ji mêran re nehêlin” bang li jinan kir.
'Em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bicivin'
Halîde Turkoglu diyar kir ku coşa gel a li qadê bawerî û kelecan daye wan û diyar kir ku ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan bi taybet pirsgirêka kurd wezîfeya wan heye. Li ser vê yekê Halîde Turkoglu anî ziman ku ew di asta ji nû ve avakirinê de ne û ew ê têkoşîna xwe di vî warî de bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di siyaseta demokratîk a ku dimeşîne de wezîfeya min heye ku ez erka xwe bi cih bînim. Helbet di vê nuqteyê de gelek xebatên me hene. Jin û raya giştî ji me bawer in, em vê di hevdîtinan de bi zelalî dibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, wekhevî û azadiya jin û ciwanan û pirsgirêkên heyî em erka xebatê dane me. Helbet hemû siyaseta me ji parlamentoyê pêk nayê, em dikarin di rêveberiyên herêmî û komeleyên jinan de jî siyasetê ava bikin. Meclîsek wê jî heye. Ev wezîfeya me ya niha ye. Li ser vê yekê ez di serî de bang li jin û ciwanan dikim ku mohra xwe li Partiya Çepên Kesk bidin. Bi parlementerên herî zêde em bikevin meclîsê û bi Partiya Çepên Kesk li hev bicivin.”