Efrîqaya Başûr ji bo gorên komî yên li Xezayê banga lêpirsînê kir

Komara Efrîqaya Başûr ji bo lêpirsîna lezgîn û berfireh a derbarê gorên komî yên li Xezayê derketine holê bang li civaka navnetewî kir.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Têkilî û Hevkariya Navnetewî ya Komara Efrîkaya Başûr têkildarî gorên komî yên li nexweşxaneyên Şîfa û Nasir ên li Xezayê hatin dîtin daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dîtina gorên komî wehşet e û wiha hat gotin: “Ev dîtinên tirsnak pêwist dike ku ji bo edalet û hesab dayînê lêpirsînên lezgîn û berfireh bên kirin.”

‘Îsraîl biryara Dîwana Edaletê ya Navnetewî tune hesiband’

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku Îsraîlê êrişên xwe yê li ser Xezayê didomîne biryara Dîwana Edaletê ya Navnetewî tune dihesibîne û bê ceza dimîne. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku delîlên komkujiyên komî yên Îsraîl li ser sîvîlan dimeşîne, îşaret bi sûcên şer û qirkirinê dike û wiha hat gotin, “Di vê wateyê de ben bang li civaka navnetewî dikin ku bikevin tevgerê da ku kiryar derkevin pêşberî edaletê û hesab bidin mexdûran û malbatên wan.” 

Banga destpêkirina lêpirsîna bê alî

Di daxuyaniyê de hast destnîşankirin  ku Dadgeha Cezayê ya Navnetewî derbarê rewşa Filistinê de xwedî erka darazê ye û ev yek hat gotin: “Em bang li Dadgeha Cezayê Navnetewî dikin ku derbarê mijarê de li gor standartên hiqûqa navnetewî lêpirsînekê bê alî û berfireh bidin destpêkirin, rastiyan derxin holê û berpirsiyaran derxin pêşberî edaletê.”

Piştî ku artêşa Îsraîlê ji bajarê Xan Yûnisê vekişiya ji 19’ê Nîsanê heya niha li gora komî ya li Nexweşxaneya Nasir cenazeyê 283 kesan hastibû derxistin.