Dayikên Şemiyê: Daxuyaniyên me giliyên sûc in

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên beriya 32 salan di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.

Stenbol- Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin, di çalakiya xwe ya hefteya 997’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê de hevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, hejmarek zêde kes beşdar bûn de, aqubeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ku di 4’ê Gulana 1992’an de li Stenbolê di bin çavan de hatin windakirin û 32 sal in aqubeta wan nayê zanîn pirsîn.

Îtirafên Ayhan Çarkin cih girtin

Masîde Ocak metna daxuyaniyê xwend û got: “Husamettîn Yaman di 2’yê Gulana 1992’an de ji malê derket. Roja Duşema 4’ê Gulanê kesek li cihê kar ê birayê Husamettîn, Feyyaz Yaman bi telefonê geriya û got; ‘Husamettîn û Soner Gul li Findikzade hatine binçavkirin. Em ji jiyana wan bi fikar in. Demek ji ya din zûtir serî li emniyetê bidin.’ Malbata Yaman û Gul destpêkê çûn Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê û piştre jî serî li hemû saziyên eleqedar ên dewletê dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ketine nava hewldanan lê belê nehat qebûlkirin ku Husamettîn û Soner hatine binçavkirin. Malbata Yaman ku helwdanên xwe berdewam kir 2 salan ji aliyê polîsan ve hatin şopandin. Di 19’ê Kanûna 2011’an de îtirafên polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin der barê înfaz û windayan de hatin weşandin. Çarkin di îtirafên xwe de diyar kir ku Husamettîn Yaman û Soner Gul piştî ku hatin binçavkirin li qadeke daristanê hatine lêpirsînkirin û dûre hatine înfazkirin.”

Di dosyayê de pêşketinek çênebû

Masîde Ocak diyar kir ku di îtirafên Ayhan Çarkin de gotinên dawî yên Husamettîn Yaman û Soner Gul ên; ‘Rûmeta mirovan wê îşkenceyê têk bîbe!’ cih girtine û wiha domand:

“Piştî van beyanan, malbata Yaman careke din giliyê sûc kir, xwest doz dîsa were vekirin. Tevî îfadeyên Ayhan Çarkin jî di dosyayê de pêşketinek çênebû. Ev rewş dide nîşandan ku daraz ne serbixwe ye û bêalî nîn e, ji bandorên siyasî re vekiriye. Em di hefteya xwe ya 997’an de bang li meqamên darazê dikin û dibêjin ku; her hefte daxuyaniyên ku em li Galatasaray didin tên wateya giliyê sûc. Der barê windakirina Husamettîn Yaman û Soner Gul de em daxwaz dikin ku lêpirsînek adilane û bi bandor were destpêkirin. Çend sal derbas bibin, bila bibin ji bo Husamettîn Yaman, Soner Gul û hemû windayên xwe em ê daxwaza edaletê bidomînin, em ê her dem bi bîra dewletê bixin ku divê li gorî normên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Daxuyanî bi danîna qornefîlan li qada Galatasarayê ya di bin dorpêçê de bi dawî bû.