Rojnamevan Esra Solîn Dal çend roj in di hucreyê de ye

Hat zanîn ku rojnamevan Esra Solîn Dal ku 9 roj in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, di qawîşa yekkesî de ye.

Navenda Nûçeyan- Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal di çarçoveya lêpirasîna ku li Stenbolê hatiye destpêkirin de, di serdagirtina malê de roja 23’yê Nîsanê hat binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 26’ê Nîsanê de hat girtin. Esra Solîn Dal di qawîşa yekkesî ya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê girtin.

Hat zanîn ku daxwaza Esra Solîn Dal ji bo çûyîna ba girtiyên jin ên din, hê nehatiye bersivandin. Parêzerên Esra Solîn Dal diyar kirin ku li hemberî muwekîla wan “muameleyekî taybet” heye û anîn ziman ku ew ê ji ber vê rewşê serî li riyên hiqûqî bidin.