‘Efganistan di mirina zarokên şîrmij de di pîleya yekemîn de ye’

Li gorî raporek ya kovara See World ya Amerîkî, Efganistan di aliyê mirina zarokên şîrmij de di pîleya yemenîn de ye, Iraq di rêzên pêşiyê yên welatên cîhanê de ye.

Navenda Nûçeyan – Kovara See World ya Amerîkî ragihand ku ji 177 welatên cîhanê, di rêzbendiya mirina zarokên şîrmij de Efganistan di rêza yekemîn de ye û Iraq jî di rêza 18’emîn de ye.

Herwiha di raporê de hate eşkerekirin kul i Iraqê ji her hezar zarokan 19.6 zarokên şîrmij dimirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ev hejmar hemû zarokên di bin salekê de dihewîne, û rewşa navînî ya zarokên di bin yek saliyê de di nav pênc salên borî de li seranserê cîhanê hatiye hesabkirin.

Di raporê de hatiye eşkerekirin ku Afganîstan di rêzbendiya vê kategoriyê de bi 103,1 mirinên ji her hezar zarokan di pileya yekemîn de ye, Slovenya bi navînî 1,5 mirin ji her 1000 zarokan re di dawiya rêzbendiyê de ye.