Doza rojnameger Nûrcan hat dîtin

Dozger ji bo amadekirina mutalaya doza rojnameger Nûrcan Yalçin a ji ber endamtiya Komeleya Jinan a Rosa tê darizandin de dem xwest.

Amed - 3’yemîn danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin a di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” lê hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerê rojnameger Nûrcan Resûl Temûr di danişînê de amadebû. Dozger ji bo amadekirina mutalaya derbarê Nûrcanê de ji dadgehê dem xwest. 
Parêzerê Nûrcanê Resûl Temûr jî, diyar kir ku daxwaza wan a vekolînê bê berfirehkirin heye û ew îfadeyên şahide veşartî yên derbarê muwekîla xwe de qebûl nake û da zanîn muwekîla wî şahidên veşartî nas nake.
Şandeya dadgehê, daxwaza parêzer red kir, ji bo dozger mutalayê amade bike, dem da û danişîn taloqî 9’ê Hezîranê kir.