Doza Ferhat Tepe di hefteya 1112’an de bû rojev

Li qada Galatasarayê kiryarên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe hatin pirsîn. Ji dayîkên Şemiyê Zubeyde Tepe got: “Hevalê min ê rê Îshaq Tepe koça dawî kir. Dema ku ew sax bû, tenê daxwaza wî ew bû ku were vê qadê û têkoşînê bike bû.”

Stenbol – Dayîkên Şemiyê, bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1112’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin.

Di çalakiya vê hefteyê de, kujerên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe (19) yê di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de hat binçavkirin û paşê cenazeyê wî hat dîtin, hat pirsîn. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, di dest wan de qurnefîl û wêneyên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Ji aliyê kesên bi çek ve hate revandin

Îkbal Erenê bibîr xist ku Ferhat Tepe li navenda Bedlîsê ji aliyê 3 kesên çekdar û di dest wan de bêtêl hatiye revandin û got: “Tevî hemû serlêdanên malbatê û rojnameyê jî saziyên têkildar derpêş kirine ku nehatiye binçavkirin. Piştî Tepe hatiye revandin, kesek telefonî malbatê dike û dibêje: ‘Turk Întîkam Tûgayiyê Ferhat revandiye û ji bo bê berdan divê bavê wî Îshaq Tepe ji Serokatiya Bajêr a Partiya Demokrasiyê (DEP) îstifa bike û pereyekî zede bide’.”

Piştî 13 rojan cenazeyê wî hate dîtin

Îkbal Erenê bibîr xist ku piştî 13 rojan cenazeyê Ferhat Tepe li Goristana Bêkesan a Xarpêtê hatiye dîtin û got ku gava hatiye dîtin li ser bedenê wî şopa îşkenceyê hebûye. 

Îkbal Erenê bilêv kir ku malbata Ferat Tepe serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Îkbal Erenê diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî di 16’ê Hezîrana 2016’an de biryar daye ku ji bo berfirehkirina lêpirsînê dozgeriyê gavên pêwîst neavêtiye û delîl baş nehatine berhevkirin û ji ber vê doz ketiye ber demboriyê. 

Îkbal Erenê got ku kesên Ferhat Tepe bi îşkenceyê qetilkirin nehatin cezakirin û ew ê dozê bişopînin. 

‘Em li vir in, heya em sax bin em ê li vir bin’ 

Piştre, dayîka Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe wiha axivî: “Bi salan bû ne çûm Qada Galatasarayê. Îshaq Tepe, hevalê min ê rê koça dawî kir. Dema ku ew sax bû, tenê daxwaza wî ew bû ku were vê qadê û têkoşînê bike bû. Wêneyê Ferhat li vir e, bi me re ye. Em xemgîn in, lê em li vir in, me ji bîr nekiriye. Em şopdarên vê dozê ne. Heta ku em sax bin, em ê li vir bin.” 

Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.