Bêkarên li Tûnisê daxwaza mafên xwe kirin
Bêkaran li Tûnisê, destwerdana ewlehiyê ya li dijî xwepêşandanên xwe yên aştiyane ya bi daxwaza mafê kar û rûmetê, şermezar kirin. Xwepêşanderan, diyar kirin ku ew rastî êrîşê hatine û bi darê zorê ji paytextê hatine derxistin.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – "Komeleya Neteweyî ya Mezûnên Zanîngehê yên Bêkar" û "Yekîtiya Xwediyên Dîplomayên Bêkar", îro ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hedefgirtina beşdarên çalakiya hevbeş a neteweyî ya di destpêka mehê de li Qada Kasbah a Tûnisê hate lidarxistin, şermezar kirin.
Her du komeleyan jî, diyar kirin ku tevî ku çalakiya rûniştinê ya şev hate lidarxistin, xwepêşandanek aştiyane bû jî, bi zext, tundî, tacîz û belavkirina bi zorê re rûbirû ma û banga xwe ya pêkanîna Qanûna Hejmar 18 a 2025’an û misogerkirina mafên bingehîn ên bêkaran dubare kirin.
‘Li dijî bêkaran binpêkirinên cidî û êrîşên ewlehiyê çêbûn’
Kerîme Mîsbah a ji komîteya koordînasyona çalakiyên ku ji bo bicîhanîna Qanûna Hejmar 18 a 2025’an tê lidarxistin, diyar kir ku çalakî li ser asta herêmî û neteweyî hatine kirin û destnîşan kir ku di çalakiya dawî de li dijî bêkaran binpêkirinên cidî û êrîşên ewlehiyê hat jiyîn û xwepêşander rastî tundiya dijwar û zêde hatine.
‘Jin rastî tundî û êrîşên devkî hatin’
Kerîme Mîsbah, da zanîn tevî ku ji wan re hatiye gotin ji bo çalakiya rûniştinê destûr hatiye dayîn jî, ew rastî êrîş, tundiya derûnî û fîzîkî, heqaret û binçavkirinên kêfî yên nêzî saetekî hatine. Kerîme Mîsbah, axaftina xwe wiha domand: “Ez nebicîhanîna qanûna ku ji aliyê Serokkomar ve hatiye îmzekirin rexne dikim û bêdengiya Serokkomariyê û destwerdanên tund ên ewlehiyê şermezar dikim. Kar û rûmet ne lutfa kesekî ye, mafên rewa û makezagonî ne ku bingeha şoreşê pêk tînin.”
Kerîme Mîsbah, destnîşan kir ku beşek girîng a beşdarên xwepêşandanan û rêveberên herêmî û neteweyî yên tevgerê jin bûn û ev rêveberên jin rastî êrîşên devkî, lêdan, kaşkirina li erdê, bi darê zorê veguhestina herêmên din û şermezarkirinê hatine.
‘Tundiya li dijî jinek êrîşeke li dijî hemû jinan e’
Kerîme Mîsbah, tekez kir ku ev tundiya li dijî jinek êrîşeke li dijî hemû jinan e û banga hevgirtinê li rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl kir. Kerîme Mîsbah, ragihand ku ew ê di rojên pêş de çalakiyên nû organîze bikin û têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe yên rewa bidomînin.
‘Hêviyên wê yên bicîhhatina Qanûna Hejmar 18’an pûç bûn’
Xwepêşandera bêkar Zeyne El-Sebuî, diyar kir ku piştî salan bêkarî û li bendêbûnê, sebra bêkaran xilas bûye û da zanîn ku ew 20 sal berê mezûn bûye û hêviya xwe ya bicîhanîna Qanûna Hejmar 18’an winda kiriye.
Zeyne El-Sebuî, da zanîn divê polîtîkaya derengxistinê ya bi gotina ‘di demek nêz de" tên kirin, bi dawî bibin û çalakiyên wan ên di 1’ê Îlonê de li şûna ku daxwazên wan ên rewa werin guhdar kirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî tundî û tepeserkirinê hatiye. Zeyne El-Sebuî, diyar kir ku sozên fermî yên dubare yên Serokkomar li qadê bi gavên şênebr nayên piştgirî kirin û ji ber îhmal û neheqiya ku hatiye jiyîn hêviyên wê yên ji bo qanûnê pûç bûne.
‘Em ê tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe bidomînin’
Bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: : “Em ê tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wek bêkar tu caran dev ji mafên xwe yên rewa bernedin û heta ku em mafên xwe bi dest bixin, parastina xwe bidomînin.”
‘Binpêkirina cot a mafê hebûnê’
Koordînatora çalakiya rûniştinê Sakîne Bukra jî, got piştî ku xwepêşander ber bi Cadeya Habîb Bourguiba ve çûne, hêzên ewlehiyê xwepêşandan heta nîvê şevê dorpêç kirine û trîbûna şanoya şaredariyê bi karanîna tundî û gefan hatin valakirin. Sakîne Bukra diyar kir ku hinek xwepêşander rakirin nexweşxaneyê, hinek jî neçar mane paytext biterikînin. Sakîne Bukra, tekez kir ku çalakvanên jin bi taybetî hatine hedefgirtin û diyar kir ku ev "binpêkirina cot" a mafê jinan e ku di qada giştî de hebin û mafên xwe yên aborî û civakî biparêzin.
‘Divê têkoşîn nebe mijarek ewlehiyê’
Sakîne Bukra, li dijî yekîneyên ewlehiyê yên berpirsiyarê tundiya li dijî xwepêşanderan daxwaza lêpirsînek bibandor kir. Sakîne Bukra, her wiha daxwaza garantîkirina mafên xwepêşandanê, azadiya ramanê û kar kir û tekez kir ku divê têkoşîn nebe mijarek ewlehiyê û ji rêxistinên mafên mirovan û jinan xwest ku bi bêkaran re hevgirtin nîşan bidin.
Sakîne Bukra, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di şeva 1’ê Îlonê de ji xwepêşanderên li Qada Kasbahê re soz hate dayîn ku diyalog dê pêk were û piştre pênc danûstandkar hatin hilbijartin û got: “Xwepêşander li ser van sozan li ber şanoyê man, lê çalakiya rûniştinê li dora saet 11:30’ê şevê bi tundî hate belavkirin. Hinek xwepêşander rakirin nexweşxaneyê û tundiya li dijî bêkaran zêde bû.”
‘Em ê ji bo bicîhanîna Qanûna Hejmar 18 a 2025’an têdikoşin’
Sakîne Bukra, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ew ji bo bicîhanîna Qanûna Hejmar 18 a 2025’an têdikoşin û ragihand ger were îspatkirin ku destwerdan li ser fermanan hatiye kirin, ew ê serî li dadgehê bidin.