Şehba: Bombebaran, rêgirî, koç û erdhej
Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne diyar kirin ku ruxmî kareseta ku çêbûye Hikumeta Şamê hê dorpêça xwe li ser herêmê berdewam dike.
HESNA MIHEMED
Şehba – Bi sadhezaran koçberên Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji warê xwe koçber bûn û li kantona Şehbayê û wargehên koçberiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Hikumeta Şamê jî li ser koçberên Efrînê her dem dorpêça xwe zêde dike û nahêle pêdiviysên gel ên jiyanî derbasî herêmê bibin. Erdheja ku di 6'ê Sibatê de li navend Mereşê pêk hat li Şehba û Helebê jî bû sedema hilweşînan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî derfetên heyî pêdiviyên gel bi cih tîne û xwedî li gelê xwe derdikeve. Der barê vê mijarê de jinên Efrînê yên li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Ji Rêveberiya Xweser alîkarî
Zahîde Xilo behsa berdewamkirina dorpêça Hikumeta Şamê li ser wan kir û got: "Em di nav konên koçberiyê de dijîn. Piştî felaketa ku çêbûye û erdhejê gelê Helebê berê xwe da gel me ji bo ewlehiyê. Malê sivîlan hilweşiya û zirarên mezin çêbû. Li ser vê karesatê jî Hikumeta Şamê ambargoya xwe li ser me heya niha didomîne û mazot, xaz û pêdiviyên gel derbasî herêmê nabin. Em di demsalên zivistanê de û pêwîstiyên me bi mazot û xazê heye. Di kareseta ku çêbûye de li Cindirêsê 10 kesan ji malbeta min jiyana xwe ji dest dan di bin kavilan de. Êşa me mezin e û Hikumeta Şamê bi me re nabe alîkar. Rêveberiya Xweser li gorî derfetan bi me re dibe alîkar lê dorpêç zextên giran bi xwe re tîne. Divê pêdiviyên gelê ku ji Helebê hatiye pêk werin."
Dorpêç û rêgiriya Şamê berdewam e
Fatimê Eloş teqez kir ku tevî dorpêçê zirarên erdhejê jî rewşê girantir dîtine û wiha vegot: "Em bû pênc sal li koçberiyê li ber xwe didin rojane Hikumeta Şamê dorpêç û zextên xwe li ser me jî dimeşîne. Ruxmî erdheja ku çêbûye û zirarên mezin me dîtine jî dîsa Hikumeta Şamê dorpêça xwe ji ser herêmê ranekiriye û bi vê yekê re rêjeya pêdiviyên malê jî buha dibe gel nikare tiştekî bikire. Di vê rewşê de divê ev dorpêç bê rakirin û alîkarî ji gel re bê kirin ji ber malê me xirab bûn."