'Divê xwişk û birayên me yê Îranî û Kurd dengê xwe bilind bikin'

Parêzvanê mafên jinan a Afganî Şamla der barê yekemin salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî got: “Êş û berxwedana xwişk û birayên me yê Îranî û Kurd herî baş em dizanin. Divê denge xwe bilind bikin.”

BAHARÎN LEHIB

Kabul- Piştî 16’ê Îlona 2022’an ku jina Kurd Jîna Mahsa Emînî li paytexta Tehrana ya Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve hat qetilkirin, serhildanên Felsefeya 'Jin jiyan azadî' ku di bin pêşengiya jinên Rojîhilat Kurdistan û Îranê de di bin ronahiya şoreşê de dest pê kir sala xwe ya yekem li pey xwe hişt.

Dewleta Îranê her çendî bi komkujî, darvekirin, îşkence û girtinan xwest serhildanên ku jinan di her aliyê jiyanê de berxwedêr dimeşîne bitepisîne jî, lê li hemberî biryardariya gel nekarî encamê bi dest bixe. Dengê serhildana 'Jin Jiyana Azadî' li tevahiya cîhanê deng veda. Jinên ku herî zêde ji serhildanê kêfxweş bûn û di her firsendê de piştgirî ji  jinên cîranê yê Afganîstanê hat.

'Divê dengê xwe bilind bikin'

Gelê Afganîstanê ku ji 15’ê Tebaxa 2021’an û vir ve Talîbanê desthilatdarî bi dest xistiye, di her firsendê de diyar dikin ku ew sîstemeke zordar naxwazin, jin jî li vir jî weke li gelek welatan herî zêde li ber xwe didin. Parêzvana mafên jinan a Afgan Şemla der barê sala yekem a serhildanê de ev tişt got:

“Em weke jinên Afganî ji her kesî li cîhanê baştir êş û berxwedana xwişk û birayên xwe yên Îranî û Kurd fêm dikin. Jin dizanin ku yekane rêya xwe ji rizgariya xwe ji olperestan rizgarkirin têkoşîn û berxwedan e. Lewma bi çi awayî dibe bila bibe divê dengê xwe bilind bikin.”