‘Divê jin bi îsrar bin dest ji armancên xwe bernedin’

Fatma Selah a ji ber şerê li Sûdanê neçar ma ji Xertûmê koç bike li Eyaleta Bakur a lê koçber e dest bi kar kir û ji bo gelek jinan derfeta kar ava kir. Fatma Selaj ji bo jinan dibêje: “Divê bi îsrar bin û dest ji armancên xwe bernedin.”

MEYSA EL-QADÎ

Sûdan –  Jinên Sûdanî tevî şer û pêkanînên marjînal ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, di bin her şert û mercî de hewl didin hebûna xwe biparêzin. Fatma Selah a ji Sûdanê, weke pêşkêşvana sîstemên pirjimar di şîrketa Promîse ya li Xertûmê de di sala 2020’an de dest bi kar kiriye lê belê piştî ku ji ber sedema şer koçberê Eyaleta Bakur bû biryar da ji nû ve dest pê bike.

Fatma Selah li zanîgehê beşa lêkolînên jîngehê û rêveberiya karesetan xwendiye û bi gelek aliyan re kar kiriye. Bi riya karê xwe yê taybet gelek derfet ji jinan re çêkir jib o ku kar bikin. Piştî di meha Nîsanê de koçber bû şîrketeke paqijiyê bi navê Promise ava kir ji bo xizmetên paqijiyê ji saziyên hikûmetê û taybet re pêkêş bike.

Fatma Selah got: "Min xwest hemû tiştan ji jinan re peyda bikim, ji bo karê xwe baş bikin. Ez hewl didim astengiyên li pêşiya wan rakim ji bo bikaribin karê xwe serkeftî biqedînin."

Di 4 mehan de şîrketa wê baweriya 3 nexweşxaneyan girt

Fatma Selah li ser pêşketina şîrketa xwe got: "Şîrketa min di 4 mehan de baweriya 3 nexweşxaneyan girt. Niha ev hersê nexweşxane bi me re kar dikin. Ez hewl didim xizmetên xwe berfireh bikim ji bo bi hinek saziyên hukmî û taybet ên din re kar bikim."

Malbata Fatma gelekî pê re bûne alîkar û gelek zehmetiyên civakî derbas kirine ji bo keça wan bi ser bikeve. Fatma Selah wiha behsa vê mijarê kir: "Min gelek zehmetî û astengî dîtin. her dem ji min re digotin tu nikarî bi ser bikevî lê bi îsrar û îradeya xwe min ji her kesê re îsbat kir ku ez dikarim bi ser bikevim."

28 rojan di şer de ma

Der barê koçberiya xwe ya Xertûmê de jî got: "Ez 28 rojan li herêma Kafûrî di şer de mam piştre ez çûm bajarê Um Dereman û bi malbata hevjînê xwe re 2 mehan mam. Min digot qey ez piştî çend rojan vegerim mala xwe lê belê gelek dirêj bû, min kir kir ku riya vegerê zehmet e. Dizanim dema em vegerin jî em ê bibînin ku tiştên mala me hemû hatine dizîn yan jî mal bi xwe bi topan xirab bûye. Min hemû tiştên xwe li Xertûmê winda kir."

‘Xewn û xeyal girîng in’

Fatma Selah metirsiyên xwe yên ji bo windakirina karê xwe wiha vegot: "Ez difikirim xwe bi xwe. Çi dibe bila bib edema tiştekî nebaş çêbibe ez ê careke din dest pê bikim. Ez tu carî gavan paşve navêjim."

Fatma Selah di dawiyê de teqez kir ku xewn û xeyal girîng in û bang li jinan kir ku serkeftî bin ji bo ji zarokên xwe re bibin nimûne û wiha berdewam kir: "Dayika min ez xwedî kirim û ez fêrî têkoşîn û wateya jiyanê kirim. Ji ber wê ez hêvî dikim jin ranewestin û dest ji xewnên xwe bernedin. Divê jin di civaka xwe de xwedî rol bin û şopeke baş di jiyana xelkê de bihêlin. Ji ber ku divê em bizanibin wateya jiyanê mezin e loma divê em kar bikin û biwestin."