Hejmanara nû ya Kovana Jin derket

Hejmara 77’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe hejmara 77’emîn a vê hefteyê bi berga ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derket. Divê hejmarê de kovar li ser mijarên polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan tên meşandin û xestpkirina îradeyê, hate sekinîn.

Kovara Jin di vê hejmarê de bal kişand ser şer, bandora şer a ser jinan kurd û jinên kurd ên bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.

 Nivîsên divê hejmarê de cih girtin wiha ne:

 “*’Şerê bêyîstatû hatiye hiştin, bêcezahiştin û rêbazên berxwedanê yên jinan’/ Rûşen Seydaoglû

* Hûn nikarin serî li jinan bidin tewandin!/ Oya Açan

* Li dijî tundiya ser bingeha zayendî, têkoşîna rêxistinkirî / Eylem Saruca

* Wek amûrekî şerê taybet, pergala daraza Tirk/ Gulan Çagin Kalelî

* Dijminatiya kurd a sedsalan a dewletê/ Asmîn Baran”