Dilxwaza EŞÎK'ê: Ez xwedî li mafê xwe yê paşnavê derdikevim!

Dilxwaza EŞÎK’ê Suheyla Dogan, got: “Ger di mijarê paşnav de wekhevî nebe, mirov nikare behsa wekheviya di nava malbatê de bike.”

Navenda Nûçeyan – Jinên dilxwaz ên Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) piştî ku ferzkirina hilgirtina jinan a paşnavê mêrê ku pê re zewicandin hate rakirin, dest bi serîlêdana midûriyetên nifûs ên ku lê qeydkirî ne kirin. Lê serlêdanên jinan tên paşve zivirandin. Dilxwaza EŞÎK'ê Suheyla Dogan jî, der barê serlêdana xwe ya ji bo guhertina paşnavê xwe ya li midûriyeta nifûsê kir de daxuyaniyeke nivîskî da.

'Paşnavê mêrê ku ez pê re zewicîm hate nivîsandin'

Suheyla Dogan, anî ziman ew bi paşnavê ‘Dogan’ dest bi jiyanê kiriye û wiha got: "Min bi vî paşnavê re dîploma xwe girt, dest bi kar kir û xwedî mal û milk bûm. Min di jiyana xwe ya kar de wek endezger bi vî paşnavê hatim naskirin. Di jiyana min a civakî de jî hemû kes min bi vî paşnavê nas kir. Sala ku min zewaca xwe ya ewil kir, ji ber rêziknameya qanûnî ya pêvajoyê ji nasnameya min a nû re paşnavê mêrê ku ez pê re zewicîm hate nivîsandin. Di nasnameya nû ya ku min piştî hevberdanê girt de, ji nû ve paşnavê min bû ‘Dogan’.”

'Mahremiyeta min hat binpêkirin û ez rastî cudakiriyê hatim’

Suheyla Dogan, bi bîr xist ku piştre bi destkeftiyên ku di encama têkoşîna mafdar a tevgera jinê de, jin ji bilî paşnavê hevjinê xwe mafê bikaranîna paşnavê xwe jî bi dest xist û wiha got: "Ez jî beriya zewaca xwe ya duyemîn, bi daxwaznameya ku min pêşkêşî îdareya nifûsê kir re li kêleka paşnavê hevjinê xwe paşnavê ya berê ji zêdekir û nasnameya xwe ya bi du paşnavan derxist. Wek jinek ji ber guhertina paşnavê xwe ya ji ber zewac û hevberdanê min di saziyên kamû û bankayan de, di jiyana xwe ya kar û jiyana civakî de zehmetiyan kişand, mahremiyeta min hat binpêkirin û ez rastî cudakiriyê hatim.”

'Madeya 187'emîn hate betalkirin'

Suheyla Dogan, anî ziman ew bawerdike ku divê jin ji têkiliya xwe ya zewacê serbixo bibe û bi paşnavê xwe re nasname hilbigrin û bi bîr xist ku di encama têkoşîna bêdawî ya tevgera jinan û dozên vekirin de xalên yekem û duyemîn ên Madeya 187'emîn a Yasaya Medenî ya ku diyar dike 'jina dizewice pêwîste paşnavê hevjinê xwe hilbigre” ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate betalkirin.

‘Midûriyeta nifûsê îfadekir ku jê bê xeber in’

Suheyla Dogan da zanîn ku jin tevî ku daxwaz kirin jî êdî tenê beriya bizewicin wê bikarin paşnavê xwe bi karbînin û got: “Min jî ji rewşa nû ya zagonî feyde girt, ji bo ez nasnameya xwe pêşnavê beriya zewacê bigrim min ji îdareya nufusê rendewû girt û min nirxê nasnameyê da û min serî li muduryeta Nufusê ya navçeya qeymiqamtiya Ayvacik da. Midûriyeta Nifûsê, îfadekir ku ji vê rewşê bê xeberin, di sîstemê de guherînek nehatiye kirin û tenê ji bo paşnavê min yê berê zewacê nikarin nasnemeyê biguherîn. Min jî daxwazên xwe divê mijarê de da karê nivîsê yê qeymiqamtiya Ayvacik. Hevjinê min ê ku piştgiriya mafê min yê paşnav dike, di pêvajoyê de li gel min cih girt.”

‘Di malbatê de wekhevî nebe di civakê de jî  wekhevî çênabe’

Suheyla Dogan, destnîşan kir ku di yekitiya zewacê de jin û mêr weke hevin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Jin ger paşnavê mêr bi karneyne, li dijî rêgeza wekhevî, destûra bingehin û peymana navnetewiye. Paşnavê xwe li ser mêr berdewamkirin, parçeyek ji zordariya sîstema desthilat mêr ya li ser jinê ye. Ger di mijarê paşnav de wekhevî nebe, mirov nikare behsa wekheviya di nava malbatê de bike. Bêyî ku wekheviya di nava malbatê de çêbibe civakek wekhev çênabe. Ezê bi paşnavê xwe yê beriya zewacê re  têkoşîna xwe berdewam bikin. Ez bang li jinan dikim ku xwedî li mafê xwe yê paşnav derbikevin.”