Di serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de 529 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, di 6 mehên ewil ên serhildana Rojhilat û Îranê de 529 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan –  Serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştî ji aliyê hikumeta Îranê ve qetilkirina Jîna Emînî destpê kiribû, di meha şeşemîn de ruxmê hemu zextên hikumetê jî didome.  Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê bi raporekê ragihand ku di 6 mehên ewil ên serhildana Rojhilat û Îranê de 529 kes jiyana xwe ji dest dane.

71  zarok  hatin qetilkirin

Li gorî vê raporê, di şeş mehên borî de 71 jê zarok  herî kêm 529 xwepêşander,  ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin, 19 hezar û 763 kes hatin girtin û  ji 14 hezar û 698 kesan re jî cezayê girtîgehê hatin dayîn.

Di rapora ku hatiye weşandin de tê diyarkirin ku heta niha nasnameya 5 hezar û 198 kesan hatiye tespîtkirin û hezar û 276 mitîngên bajar û zanîngehan hatine li dar xistin. Her wiha hat diyar kirin li 164 parêzgehan û 144 zanîngehan jî xwepêşandan hatin li dar xistin.

4 çalakvan hatin darvekirin

Di berdewamiya raporê de hat diyar kirin ku 791 kes di dadgehan de  hatinê cezakirin, 4 çalakvan hatiye darvekirin  û ji kesên hatin girtine 107 kes bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye.