Çalakiya greva birçûbûnê ya Mexmûrê bi biryardariyek mezin didome
Jinên wargeha Mexmûrê ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn diyar kirin ku heta Rêberê xwe bi awayek fizîkî azad nekin wê dest ji çalakiyê xwe bernedin.
Mexmûr- Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Kanûna 2022’an de dest bi çalakiya nobeta azadiyê kiribûn. Di 1’ê Sibata 2023’an de çalakiya xwe veguherandin çalakiya greva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger û wê heta 8’ê Adara 2023’an didome. Ev çalakiya greva birçîbûnê îro bi dewrgirtina koma 12’emîn ku ji jinan pêk tê bi biryardariyek mezin berdewam dike.
Çalakvanên ku îro çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin ji ajansa me re axivîn.
‘Erka şikandina vê tecrîda girankirî li ser milên me jinan e’
Çalakvan û endama koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek di destpêkê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Armanca me ew e ku şikandina tecrîda ku 25 sal in li Girava Îmraliyê tê meşandin e. Dewletên hegomon ên ku li Rojhilata Navîn serwer in, dixwazin dengê Rêber Apo, gelê Kurd tune bikin. Ji ber vê jî her sala ku diçe êrîşên xwe berfireh dike. Dijmin dixwaze dengê gerîla, gel û Rêber Apo ji hev du qut bike. Lê bi berxwedaniya gelê Kurd û gelê wargeha Mexmûrê re ew êrîşên tên pêkanîn negihîjin armanca xwe û wê berxwedaniya me bidome. Armanca me ya sereke şikandina vê tecrîdê ye. Ji ber çalakiyên me yên ne bi bandor her roja ku diçe ev tecrîd girantir dibe, her çendî ku dewleta Tirk bi xwest gel û Rêber Apo ji hev qut bike, me weke jin xwe li ser fikir û ramanê Rêber Apo rêxistin kiriye. Ji bo vê jî erka şikandina vê tecrîda girankirî li ser milên me jinan e. Di meha Sibatê de ku ji bo em Kurd weke meha reş binav dikin me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Heta ku em vê tecrîda girankirî neşkînin û Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad nekin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Çalakiya me bersivek xurt e ji bo dewleta Tirk’
Jina ciwan a bi navê Ayşê Pusat der barê beşdarbûna xwe ya çalakiya greva birçîbûnê de wiha got: “Weke ciwan beşdarbûna me ya vê çalakiya greva birçîbûnê, bersivek ji bo dewleta Tirk e. Divê hemû ciwan beşdarbûna xwe ji bo vê çalakiyê çêbike da ku dewleta Tirk bizanibe Rêberê me ne bi tenê ye. Ev du sal in bi tu awayî xebet ji rêberê me nayê girtin, dewleta Tirk xwest ku bi dîlgirtina Rêber Apo re gelê Kurd tune bike lê belê gelê Kurd hîn zêdetir bi hêztir bû û wê ev têkoşîn berdewam bike. Weke Rêber Apo dibêje; ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ em ê weke ciwan ji vê yekê re bibin bersiv.”