Di roja 58’emîn de ji bin xirabeyan 8 cenaze hatin derxistin
Li navçeya Defneya Hatayê ji bin xirabeyan 8 cenaze hatin derxistin. Tê diyarkirin ku hê jî li gelek kolanan xirabeyên ku nehatine rakirin hene.
Navenda Nûçeyan – Di ser erdheja mezin a navenda wê Mereş de 58 roj derbas bûn. Xirabeyên li kolanên teng ên li Cadeya Kurtuluşa girêdayî navçeya Antakyaya Hatayê wekî xwe mane. Hat diyarkirin ku hê jî li taxên Kocaabdî, Dutdibî, Bazara Îplik, Orhanli, Barbaros û Zenginlerê di bin xirabeyan de cenaze hene û ji ber ku xirabe nayên rakirin, nikarin cenazeyan derxin. Li navçeya Defneyê jî rewş ne cuda ye.
Tê texmînkirin ku hê gelek cenaze hene
Tevî ku 58 roj di ser erdhejê re derbas bûye jî ji bin kavilan cenaze tên derxistin. Li Taxa Armûtlû ya girêdayî navçeya Defneya Hatayê duh di apartmana Mehmet Akbay de cenazeyê zilamê bi navê Şefîk ku paşnavê wî nehat hînbûn hat derxistin. Dîsa ji heman apartmanê hinek wêdetir jî cenazeyê jina bi navê Zelîf Karataş hat derxistin.
Hat hînbûn ku di xebatên rakirina kavilan ên li kolana Çîçek a Taxa Gaziyê didomin de jî ji avahiyeke kevin 6 cenaze hatine derxistin. Hat hînbûn ku Sûriyeyî ne. Hat diyarkirin ku li her du taxan jî di bin kavilan de cenaze hene. Gel û keyayan diyar kirin ku hê jî li kolanên ku xirabe nehatine rakirin gelek cenaze hene.