Koçberiya bi darê zorê û dersînorkirina Efganan
Efganistan, çil sal in di nava şer û bêîstîqrariyê de ye. Bi milyonan Efgan ji bo jiyana xwe rizgar bikin û jiyana baştir ji xwe û malbatên xwe re ava bikin neçarî koçberiyê dimînin.

BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Gelê Efgan careke din bi derketina ji warê û koçberiyê re rûbirû ye. Şerên ku her dem didomin, dibin sedem ku gel welatê xwe biterikîne û bi zorê koçber bibe. Efgan ne tenê li welatê xwe, di heman demê de li welatên ku dimînin jî bi zext, biçûkxistin û bêrêziyê re rûbirû ne. Li gorî raporan di nava çend hefteyên dawî de, Efgan, li Îranê, ji cihên dixebitin, ji malên xwe, ji ser riyan û ji parkan bi şîdet û heqaret hatin binçavkirin û wan paşve şandin sînorê Efganistanê. Li gorî gotinan, di du hefteyên dawî de, ji 450 hezarî zêdetir kes ji Îranê hatine dersînorkirin. Kesên ku pere di cêba wan de tune ye û birçî ne, niha li sînorê Îran-Afganistanê di mercên pir xirab de têdikoşin. Tevî vê rewşa dermirovî jî mixasbin saziyên navneteweyî an jî dewletan heta niha dengê xwe dernexistin û şermezar nekirine.
Koçberî, di dîroka nêz a Efganistanê de yek ji rastiyên civakî ye, şer, bêîstîqrariya siyasî, zexên aborî û civakî, gelek zêde ne. Eftanistan di deh salên dawî de li cîhanê bû yek ji welatên ku herî zêde koçberî lê çêdibe.
Bi milyonan Efganan malên xwe terikandin û koçber bûn
Beriya destpêkirina şerên mezin, koçberiya ji Efganistanê piranî bi sînor bû, ji ber pirsgirêkên aborî û eşîrî bû. Hinek Efgan ji bo kar an jî bazirganiyê, koçberî welatên cîran ên weke Îran û Hindistanê dikirin. Di vê pêvajoyê de koçberî zêdetir ji bo karkeriya demsalî bû, ji ber sedemên siyasî û neçarî nebû. Di dema berxwedana ku bi derbeya Saurê û dagirkirina Efganistanê ji aliyê Rûsyayê ve (1979-1992) li dijî Sovyetê dest pê kir re, bi milyonan Efganan malên xwe terikandin û zêdetirî wan xwe spartin Pakistan û Îranê. Ew pêvajo di dîroka nêz a Efganistanê de destpêka pêça mezin û neçarî ya koçberiyê ye. Bi hatin yekîneyên leşkerên Rûs û bombekirina malan re, gund hatin valakirin û gel neçar ma welat biterikîne.
Efganî Îranî û Pakistanî bi hev re zewicîn
Bi vekişîna Rûsan û piştî hilweşîna rêveberiya Dr. Necîbullah, şerê navxweyî di navbera mucahîdan de di sala 1992-1996’an de destpê kir. Bajarên mezin veguherîn qadên şer û pêla koçberiyê domiya. Di vê pêvajoyê de, koçberî berfireh bû, ber bi Pakistan û Îranê ve zêde dibû lewre mirov li wan welatan bêyî belgeyên fermî dikaribûn bijîn. Li van herdu welatan li du herêmên cuda, kampên penaberan hatin avakirin. Van koçberiyan bûn sedema zewacên di navbera gelên Efgan Îran û Pakistanê û hinek zarokan welatîbûniya welatê lê dimînin girtin, li wan deran perwerdeya xwe domandin.
Di pêvajoya destpêkê ya Talîbanê de (1996-2001) koçberî domiya û tu malbat venegeriya welatê xwe.
Bi hatina Talîbanê re pêla koçberiyê careke din dest pê kir
Mudaxeleya leşkerî ya Emerîkayê (2001-2021) û bi avabûna qaşo hikumeta demokratîk re, heta sala 2005’an rewşa ewlehiyê hinek baş bû. Di wê pêvajoyê de bi taybetî koçberên ku li Îran û Pakistanê dijiyan, vegeriyan Efganistanê lê bi zêdebûna êrîşên xwekujî, teqîn û bihêzbûna Talîbanê re, ji ber şîdeta li dijî jinan û kuştina mirovan, careke din pêla koçberiyê dest pê kir. Koçberên ku li Ewropa û Emerîkayê dijiyan an jî demek dirêj bû li Pakistan û Îranê bûn, venegeriyan. Yek ji pêla koçberiyê ya herî mezin jî di sala 2021’ê de piştî ku Talîban careke din hat ser desthilatdariyê çêbû. Li balafirgeha Kabulê şeş ciwan ji balafiran ketin û mirin. Jin, zarok û extiyar di ber lingan de pelixîn, gelek malbat perçe bûn. Di êrîşa xwekuj a li balafirgehê de, bi dehan kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Beramberî vê jî Emerîkayê bi balafirên bêmirov malbatan bombe kir. Kesên ku nikaribûn ji balafirgehê birevin û belgeyên wan ên ewlekariyê tunebûn, ji bo canê xwe rizgar bikin, berê xwe dan welatên cîran Pakistan û Tacikistanê.
Ji neçarî serî li riyên derzagonî dan
Di riya koçberiya wan welatan de ji ber zêdebûna maliyeta belgeyên fermî û pirsgirêkên ewlekariyê, gelek Efgan neçar man bi riyên derzagonî ji sînor derbas bibin. Di wan riyan de rastî muameleya xirab a muhafizên sînor hatin û hinek ji wan bi guleyan hatin kuştin. Bi taybetî li Îran û Tirkiyeyê vîdyoyên îşkence, kuştin û muameleya xirab a muhafizên sînor, di medyaya dîjîtal de hatin parvekirin.
Efganek bigihîje welatê ku dixwaze biçe jî (bi taybetî welatên Ewropayê) ji xewnereşka ku dê rê de dîtiye rizgar nabe. Di salên dawî de ji ber bêkarî û pêşeroja nediyar, gelek ciwan, ji bo ku ji xwe û malbatên xwe re pêşerojeke baştir ava bikin berê xwe didin koçberiyê.
Çil sal in di nava bêîstîqrariyê de ye
Efganistan, ji çil salan zêdetir e, ji aliyê aborî û perwerdeyê ve di nava bêîstîqrariyê de ye û gel neçar maye welatê xwe biterikîne. Demek dirêj e Îran û Pakistan, koçberên Efgan ên belgeyên wan ên fermî tunene digrin, davêjin girtîgehan û careke din wan dişinin Efganistanê.
Li Efganistanê koçberî êdî tercîheke şexsî nîn e, ji ber krîzên siyasî, ewlehî, civakî û aborî bûye bertekek ji neçariyê. Li Efganistanê heta ku aştiya mayînde, edaleta civakî û rewşa mafên mirovan baş nebe; dê gelek welatî neçarî riyên koçberiyê bimînin. Rewşa koçberên Efgan, girêdayê çarenûsa siyasî û nêzikahiya civakên cîhanê ya bi nêzikahiya li krîza mirovî ya li Efganistanê ve girêdayî ye.