Di pevçûna Filistîn-Îsraîl de hêjmara miriyan bû 3 hezar û 970

Di pevçûna Filistîn-Îsraîl de hêjmara miriyan bû 3 hezar û 970. Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas diyar kir ku tu rayeya Hamasê tune ku nûnertiya gelê Filistînê bike û got: “Tekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê Rêxistina Rizgariya Filistînê ye.”

Navenda Nûçeyan – Pevçûna Îsraîl û Filistînê ya ku piştî operasyona ‘Tofana Eqsayê’ ya baskê çekdar ên Hamasê Tûgayên Îzedîn El-Qassam ên di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kiribû, di roja 10’emîn de dewam dike. Êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî herêmên curbecur ên Şerîda Xezayê tevahiya şevê dewam kirin.

Tîmên rizgarkirin û alîkariya lezgîn yên ku diçin herêmên di bin bombebaranê de ne, li Kolana Cela ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatin hedefgirtin. Di êrişê de mirî û birîndarên tîmên parastina sivîl û servîsa lezgîn hene.

Çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku jina ku li herêma Kizanê ya bajarê Xan Yûnisê ya Xezayê di bin bombebarana Îsraîlê de ma jiyana xwe ji dest da û 6 zarok jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê rojhilatê Xeza, Taxên Şucaiyye û Zeytûnê û bakurê bajêr di bin bomberdûmanên dijwar da ne. Di êrişên ku heta Taxa Tuffah a dikeve bakurê rojhilatê bajêr de hin kes birîndar bûn.

Hêjmara miriyan bû 3 hezar û 970

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 670 kes mirin û 9 hezar û 600 kes jî birîndar bûn. Di êrişên Îsraîlê de li Xezayê 9, li Lubnanê jî 1 rojnamevanek jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyên dawî de hat diyarkirin ku di êrişên ku ji Xezayê hatin kirin de hezar û 300 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 436 Îsraîlî jî birîndar bûne.

Zêdetirî hezar kes li Şerîda Xezayê di bin xirbeyan de ne

Rayedarê Midûriyeta Parastina Sivîl Mihemed el-Mugayyar diyar kir ku li Xezayê di bin xirbeyan de hîna jî mirovên sax hene. Mihemed el-Mugayyar diyar kir ku Îsraîlê rasterast zêdetirî 2 hezar û 180 avahiyên ku sivîl lê dijîn li Xezayê dike hedef û êrişên ku dewam dikin xebatên rizgarkirinê dixe metirsiyê û wiha got: “Tîmên me texmîn dikin ku di binê xirbeyan de zêdetirî hezar kes hene.”

Ji bo kesên di bin xirbeyan de mane banga alîkariyê dikin

Mihemed el-Mugayyar diyar kir ku xebatên ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam in û got ku xebat bi alav û derfetên kêm dewam dikin. Mihemed El-Mugayyar banga alîkariyên navdewletî yên bilez kir ji bo rizgarkirina kesên hîn sax yan cenazeyên hîna dibin xirbeyan de. Mihemed el-Mugayyar bal kişand ser wê yekê ku divê ji bo Filistînê standarta dualî neyê sepandin û diyar kir ku divê wek welatên erdhejê ji bo Filistînê jî alîkariyên navneteweyî bên kirin.

Mihemed el-Mugayyar diyar kir ku Îsraîl ew jî hedef girtine û diyar kir ku kesên alîkariya mirovî dikin li gor qanûnên navneteweyî divê bên parastin.

Mehmûd Ebas: Ez li dijî wê me ku alî sivîlan qetil bikin

Li gor nûçeya ajansa Wafa ya Filistînê; Serokê Filistînê Mehmûd Ebasê ku bi Serokkomarê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê axivî, diyar kir ku divê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê demildest rawestin û destûr bê dayîn ku korîdorên alîkariya mirovî yên lezgîn bên vekirin. Di hevdîtinê de Mehmûd Ebas got: “Divê demildest êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê raweste. Divê Filistînî bên parastin, korîdorên alîkariyên mirovî ji bo Xezayê bên vekirin, av, elektrîk û sotemenî ji welatiyên li wir re bên şandin.”

Mehmûd Ebas diyar kir ku ew bi temamî li dijî koçkirina bi darê zorê ya ji Xezayê ye û got ku ev wê bibe “Nekbeya duyemîn” û destnîşan kir ku ew li dijî qetilkirina sivîlan ji her du aliyan e û bang li her du aliyan kir ku girtî, êsîr û sivîlan berdin.

‘Hamas rayeya nûnertiya gelê Filistînê nîne’

Mehmûd Ebas destnîşan kir ku ew li dijî tundiyê ye û destnîşan kir ku Hamas rayeya nûnertiya gelê Filistînê nîne û wiha got: “Ya ku dawî li dagirkeriyê bîne, neçariya çareseriya siyasî ye. Yekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê Rêxistina Rizgariya Filistînê ya bi biryar, bername û polîtîkaye. Ew ne polîtîkayên rêxistineke din in.”

Daxuyaniya piştgiriya ji bo Îsraîlê ji welatên Yekitiya Ewrupayê

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Konseya Yekitiya Ewrupayê (YE) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku serokên welatên Yekitiya Ewrupayê der barê rewşa Rojhilata Navîn de daxuyaniyeke hevpar îmze kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku YE êrişên terorê yên li dijî Îsraîlê şermezar dike û wiha hat gotin: “Em bi tundî teqezî li ser mafê Îsraîlê dikin ku li gorî hiqûqa mirovî û navneteweyî li hemberî êrişên bi vî rengî yên tund û bê cudahî xwe biparêze. Girîngiya temînkirina parastina hemû sivîlan di her demê de li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Ewrupayê bang li Hamasê kir ku “bê şert û merc demildest hemû êsîran berde” û wiha hat gotin: “Em careke din balê dikişînin ser girîngiya gihandina alîkariyên lezgîn ên mirovî. Em amade ne ku bi koordîneya hevkarên xwe re piştgirî bidin sivîlên ku li Xezayê herî zêde hewcedar in û ji bo ku ev alîkarî ji hêla rêxistinên terorî ve neyên bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêşîgirtina rageşiya li herêmê pir girîng e û bal hat kişandin ser pêwîstiya aştiyeke mayînde û domdar a li ser bingeha du dewletî ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi hewlên nû çareser bibe. Di daxuyaniyê de, li rexa rayedarên rewa yên Filistînê, li ser pêwîstiya pêwendiya berfireh bi hevkarên herêmî û navneteweyî re hate destnîşankirin.

Hat îdîakirin ku DYE, Îsraîl û Misir li ser agirbestê li hev kirine

Ji aliyê din ve, du çavkaniyên ewlehiyê yên Misrê ku di roja 10’emîn a şer û pevçûnan de ji Reutersê re axivîn diyar kirin ku Emerîka, Îsraîl û Misir li ser agirbesta li başûrê Xezayê li hev kirine û agirbest wê ji 6.00’ dema herêmî pê ve bikeve meriyetê. Li gorî vê yekê wê di heman demê de Deriyê Sînor ê Refahê jî vebe. Agirbest wê çend saetan bidome, lê derbarê ku agirbest wê heta kengê derbasdar be agahiyên zelal nehatine parvekirin. Her wiha herdu çavkaniyan diyar kirin ku her sê welatan li ser wê yekê li hev kirine ku Deriyê Sînor ê Refahê îro heta saet 14:00’an vekirî bimîne.