‘Armanca dewleta Tirk tunekirina hemû Kurdan e’

Dewleta Tirk di her fersendê de êrîşî Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, hewl dide çand û neteweya Kurd tune bike. Çalakvan û rojnamevanên li başûrê Kurdistanê daxwaz kirin ku gelê Başûr şiyar be û ji bo parastina xaka Kurdistanê derbikevin qadan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Ji bo şehîdên Rojavayê Kurdistanê ku di êrîş û bombebarana dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ve li herêma Kurdistanê şîn hat hate danîn. Siyasetmedar, çalakvan, partiyên Şîa Kurdistan, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan, Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK), PYD, PJAK, çand û huner, Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan, Yekitiya Jinên Kurdistanê, dezgehên ragihandinê, hemwelatiyên wargeha Mexmûrê û gelek aliyên din çûn cihê şînê. Jinan li cihê şînê helwesta xwe nîşan dan û daxwaz kirin ku divê demildest ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk  xebat werin kirin.

‘Armanca dewleta Tirk zindîkirina mîsaqî milî ye’

Endama Encûmena Nûnerên PYD’ê ya bajarê Silêmaniyê Bêrîvan Mihemed da zanîn ku hemû kes dizanin di çend rojên borî de dewleta Tirk êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di wan êrîşan 29 welatparêz şehîd bûn û got: “Dewleta Tirk bi planên cuda êrîşê Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Armanca êrîşên dewleta Tirk zindîkirina mîsaqê milî ye. Em ê piştgiriya gelê xwe bikin û xwedî helwest bin. Ji ber wê her êrîş û dagirkeriya ku bê kirin em ê li hember rawestin, berxwedanê zêde bikin û tu carî ji êrîşan natirsin.”

‘Divê êdî aliyên siyasî û gel li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin’

Bêrîvan Mihemed der barê bêhelwestiya desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê de wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran siyasetek nerm tê meşandin. Li dijî çiyayên Kurdistanê êrîş berdewam dikin lê belê li Hewlêrê li dijî gel siyasetek tund heye. Divê gelê Başûr hay ji êrîşên li dijî xwe jî hebe. Ji ber ku ev êrîş tenê herêmekê nake hedef, herêm û pêkhateyên cuda yên Kurdistanê dike hedef. Daxwaza me ji tevahî aliyên siyasî, çalakvan, rewşenbîr û gel ew e ku bibin xwedî helwest û li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin. Divê her Kurdek li dijî êrîş û dagirkeriyê xwe berpirsyar bibîne. Tenê bi daxuyanî û nîşandana helwestê nabe, divê gel dakeve qadan bi yek dengî li hemberî êrîşan raweste.”

‘Dewleta Tirk dixwaze hemû Kurdan tune bike’

Rojnamevan Koçer Hemze der barê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “Êrîş û dagirkeriya li her aliyê Kurdistanê yek û hemû Kurd di hedefê de ne. Neheqiyek mezin li hemberî gelê Rojava tê kirin, gelek kes ji bo parastina xak û niştimanê şehîd bûn. Dewleta dagirker li ser hemû Kurdistanê planên şer çêdike, dixwaze Kurdan tune bike, bi hemû awayî li dijî Kurdan û çanda wan şer dike. Dema dibînin li Rojava parastina xak, netew û çandê heye, êrîş dikin. Armanca wan a sereke tunekirina Kurdan e. Divê em piştgiriya gelê Rojava bikin. Ji ber ku ew jî Kurd in, ne tenê helwesta gel divê aliyên pêwendîdar û Neteweyên Yekbûyî li dijî van êrîşan û dagirkeriyê dengê xwe derbixin.”