Şerê Îsraîl-Filistînê di roja 7’an de berdewam dike

Di şerê Îsraîl-Filistînê yê ku 7 roj in berdewam dike, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezaran. Li ser banga Îsraîlê ji bo ku gelê Xezayê malên xwe vala bikin bi sedhezaran Filistînî neçar man malên xwe vala bikin.

Navenda Nûçeyan- Tugaya Îzeddîn El-Kassan a Hamasê piştî operasyona ‘Tûfana Aksayê’ li dijî Îsraîlê, şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 7’an de berdewam dike. Xezaya ku di bin dorpêça Îsraîlê de li gel bombebarana dijwar bi guleyan jî êrîş tê kirin. Taxa Rimal a ku bûye hedefa êrîşên Îsraîl veguherî kavilan. Serokê Filistînê Muhammed Îştiyye êrîşa li dijî Xezayê weke komkujî bi nav kir.

Di êrîşan de jin û zarok dimirin

Bêrehmiya şer careke din bi şerê Îsraîl –Filistînê xwe da der. Dîmenên êrîşên ku bombarankirina cihên sivîl lê dijîn gelek bi tirs e. Li Hun Yûnusa Filistînê ji heman malbatê 7 jê zarok, 9 kes, li Cibayile ji du malbatan 44 kes, di êrîşa hewayî ya li dijî herêma Deyr El-Belah de piranî jê zarok û jin 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di êrîşa li dijî kampa koçberan a Nusatray a Xezayê de 18 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar

Li gorî daxuyaniyên ku hatine dayîn; di êrîşa li dijî Xezayê de hezar û 300 Îsraîliyan jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 300 Îsraîlê birîndar bûn. Di êrîşa Îsraîlê de li Xezayê 500 jê zarok, 276 jin ji di nav de hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 hezar û 612 kes jî birîndar bûn. Hat aşkerekirin ku di heman demê de li Şeriaya Rojava, di êrîşa hêzên Îsraîlê de 36 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 650 kes jî birîndar bûn.

Li Îsraîlê daxuyaniya êrîşa bejahî

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku li Şerîdaya Xezayê heta ku Îsraîliyên hatin dîlgirtin venegerin malên xwe wê kehrebe, av û mazotê nedin Xezayê. Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku ji bo tevgera bejayî xwe amade dikin, dîwarê ewlehiya Xezayê diparêzin yên ku nêz bibin wê li wan bidin.”

Banga valakirina malan li şêniyên Xezayê hat kirin

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de banga valakirina malan li şêniyan hat kirin û wiha hat gotin: “Bajarê Xezayê herêmeke ku bi operasyonên leşkerî tê birêvebirin. Em ê di rojên pêşiya me de operasyonên girîng bikin. Heta agahiya duyem wê gelê Xezayê nevegere.” Her wiha hat xwestin ku sivîlên li Xezayê biçin Başûrê newala Xezayê.

Sedhezar Filistînî malên xwe terikandin

 Piştî vê bangê bi sedhezaran Filistîniyan malên xwe terikandin, li nexweşxaneya Şîfa bi cih bûn û li derdora nexweşxaneyê dest bi vedana konan kirin. Di necama êrîşa li dijî bajarê Han Yunus de Filistîniyên ku malên wan hilweşiyan li hewşa nexweşxaneya Nasir dimînin.

Ji ofîsa ragihandinê ya girêdayî hikumeta Xezayê daxuyanî

Ofîsa ragihandinê ya girêdayî hikumeta Xezayê der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Dagirkerî dixwaze hinek nûçeyên propagandayî bi riyên cuda belav bike û di nava hewelatiyan de sergêjiyê çêbike û ziyanê bigihîjîne yekitiya me ya hundirin.” Di daxuyaniyê de banga: “Divê guh nedin şerê psîkolojik ê dagirkeran” hat kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di nava hewldanên mijara gotinê de hinek gotinên weke ku dixwazin xebatkarên saziyên navneteweyî, biçin Başûrê bajar hene û got: “Tîmên van saziyan hê jî li cihê xwe ne.”

NY’yê ji Îsraîlê xwest dest ji bejahiyê berde

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi şev daxuyaniya lezgîn da û got: “Artêşa Îsraîlê, ji sivîlên li Xezayê 1.1 miyon ji cihên xwe bibin û biçin Başûrê herêmê.” NY da zanîn ku artêşa Îsraîlê li ser şêniyên Xezayê zexta koçberiyê dike ev yek jî wê encamên xirab bi xwe re bîne. NY ji artêaş Îsraîlê xwest ku daxwaza sivîlan ya birina Başûr demildest betal bike. Artêşa Îsraîlê li hemberî vê daxwazê diyar kir ku personelên NY jî di nav de derbasdar in.

UNICEF: Di nava qurbanan de gelek zarok hene

Fona alîkariya zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) der barê şerê berdewam de daxuyanî da û wiha got: “Li Xezayê 447 zarok mirine û ev hejmar her roja ku diçe zêde dibe. Dîmenên ji Xezayê tên gelek bi tirs in. Di nava qurbanan de gelek zarok hene. Cihekî bi ewle yê ku milyonek mirov biçinê nîn e. Ev yek nayê qebûkirin. Divê tundî bi dawî bibe.”

Hat aşkerakirin ku deriyê sînor ê Refahiyeyê hatiye vekirin

Li aliyê din wezîrê Karên Derve yê Misrê diyar kir ku deriyê sînor ê Refahiyeyê hatiye vekirin. Bang kir ku divê Îsraîl dest ji hedefgirtina Filistînê berde. Alîkariya yekem a mirovî jî ji Urdunê gihîşt Xezayê.