Di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest dest pê kir

Agirbesta 4 rojan a ku di navbera Îsraîl û Hamasê de hat ragihandin, li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 08:00 de dest pê kir. Niha li herêmê bêdengî heye.

Navenda Nûçeyan – Agirbesta demkî ya 4 rojî ya ku di navbera Îsraîl û Hemasê de li hev hat kirin, îro saet 08:00 bi dema Tirkiyê dest pê kir. 

Hat diyarkirin ku heta agirbest kete meriyetê ji herêmê dengê çek û topan hatiye. Hat ragihandin ku 15 deqe piştî ku agirbest ket meriyetê, Îsraîlê bi sîrenan hişyarî da û hişyariya êrîşa bi roketan a îhtîmala êrîşeke bi roketan da li mezrayên Kissufim û Ein Hashalom ên nêzî Zîvala Xezayê. Rojnamegerên ku der barê agirbestê de nêrînên xwe ji Xan Yunus parve kirin, destnîşan kirin ku agirbest dest pê kiriye û ragihandin ku êrîş rawestiyane. Tê diyarkirin ku li herêmê aramî heye.

'Şer hîn bi dawî nebûye'

Piştî agirbesta demkî dest pê kir, li ser hesabê medyaya dîjîtal a Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) peyameke vîdyoyî hat parvekirin. Di peyamê de ji xelkê li Xezayê hat xwestin ku neçin bakurê herêmê. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ku bi zimanê Erebî axivî, di peyamê de ev daxuyanî da:

"Şer hîn neqediyaye. Rawestana însanî demkî ye. Li bakurê Zîvala Xezayê herêmeke şerekî xeternak e; derketina bakur qedexe ye. Ji bo ewlehiya xwe divê hûn li herêma însanî ya başûr bimînin. Riya ji bakur ber bi başûrê Zîvala Xezayê ve tenê bi riya Selahaddîn gengaz e. Ji başur derbasbûna bakur a kesên li heremê dijî qedexe ye û xeter e.”

Dê di saet 17.00’an de dîl bên berdan

Li gorî nûçeya Reutersê, piştî destpêkirina agirbesta demkî, îro saet 17:00 bi dema Tirkiyê de destpêkê 13 jin û zarokên dîl hatin berdan. Tê payîn ku di nava 3 rojên pêş de dê 37 dîl bên berdan. Di vê navberê de 150 jin û zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne, wê bên berdan. Li gorî daxuyaniya Misirê, piştî destpêkirina agirbestê 4 rojan her roj 130 hezar lître mazot û 4 kamyon gaz dê bişînin Xezayê. Dê rojane 200 kamyonên alîkariyê bikevin Xezayê.

Ji artêşa Îsraîlê daxuyanî: Şer wê bidome

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Îsraîlî Danîel Hagarî beriya destpêkirina agirbesta demkî di civîneke çapemeniyê de axivî û got ku xetên giştî yên lihevkirina agirbesta demkî ne 'dawî' ne û dikarin bên guhertin. Danîel Hagarî destnîşan kir ku wan lîsteyeke destpêkê ya navên jin û zarokên ku ji aliyê Hamasê ve li Xezayê tên eşkerekirin, wergirtine û îdia kir ku Hamas dê bi îstismarkirina lihevhatin û rawestana însanî ya di şer de 'nûçeyên derew belav bike û şerê psîkolojîk bike'. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêş ji bo temamkirina peymana pevguhertina dîl girtiyan û amadekirina qonaxa bê ya şerê li Xezayê dixebitin. Danîel Hagarî got, "Pêşguhertina girtiyan a bi Hamasê re wê bibe destpêka vegera hemû girtiyan. Piştre jî artêşa Îsraîlê wê şer bidomîne."

Li gorî nûçeya The Times of Israel, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku piştî agirbesta demkî ya bi Hamasê re operasyonên leşkerî yên Îsraîlê dê herî kêm 2 mehan bi tundî berdewam bikin.