Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin û 264 kes jî hatin girtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rapora xwe ya meha tebaxê ya Îranê parve kir. Li gorî raporê; di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin û herî kêm 36 jin û 11 jê zarok 264 kes jî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rapora xwe ya meha tebaxê ya Îranê parve kir. Li gorî vê yekê; di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin. Ji kesên hatine bidarvekirin 16 jê beluc, 10 kurd û 8 jî tirk in.

Li gorî raporê; di meha tebaxê de li seranserî welêt herî kêm 264 kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin 116 jê Kurd, 22 jê Gilak, 20 jê Tirk û 14 kes jî Belûc in. Bi domdarî hat destnîşankirin ku ji kesên hatine girtin herî kêm 36 jê jin û 11 jî zarok in. Ji jinên hatine girtin 15 jê Kurd û 11 jî Bahaî ne.

Li gorî raporê, di meha tebaxê de herî kêm 6 rojnameger û 7 hunermend û aktor hatin girtin.