Di meha Çileyê de 76 kes ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin

Di nava meha Çileya borî de 76 kes ji ber sûcên cuda ji aliyê rejîma Îranê ve li girtîgehan hatin darvekirin. Hat diyarkirin ku yek ji girtîgehên Îranê ya herî zêde girtî lê hatine darvekirin, girtîgeha Elbûrz e.

Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeyên ji çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, di nava meha Çileya îsal de rejîma Îranê 76 kesan bi sûcên cuda bi darve kiriye. Ji kesên hatin darvekirin 7 kes ji ber tometên siyasî û olî bûn û yên din jî ji ber sûcên dizî û madeyên hişbir hatin darvekirin.

Girtîgeha Elbûrz di rêza yekemîn de ye

Hat diyarkirin ku yek ji girtîgehên Îranê yên herî zêde girtî lê hatine darvekirin, girtîgeha Elbûrz bû ku 32 girtî lê hatin bidarvekirin. Piştî girtîgeha Elbûrz jî girtîgeha Xorasan a Rezewî di rêza duyem de tê.

Kesên ku hatin darvekirin 34 kes ji wan Kurd bûn

Her wiha hat destnîşankirin ku ji giştî hejmara girtiyên di nava vê mehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, 34 jê Kurd bûn û li pey wê, hejmara herî zêde ya girtiyên hatin darvekirin a girtiyên Tirk û Belûc bûye.

Hêjayî gotinê ye ku bi salan e rejîma Îranê ji bo belavkirina tirs û serdestiya desthilatdariya rejîma xwe, cezayên darvekirinê li ser girtiyan disepîne û pêk tîne. Li gel ku vê yekê li pêş çavên cîhanê pêk tîne lê rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî ji bilî daxuyaniyên şermezarkirinê hê jî gavek cidî li dijî van kiryarên rejîma Îranê bibe asteng neavêtine.