Di êrîşa Îsraîlê de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Li Şerîdaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de di êrîşa hewayî û serdegirtina malan de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Balafirên şer ên Îsraîlê, li bajarê Cenîn ê li Şeridaya Rojava maleke Filistîniyan kir hedef. Piştî êrîşa hewayî hêzên artêşa Îsraîlê bi makîneyên kar kampa penaberan a Cenînê xist bin dorpêçê û bi ser gelek malan de girtin.

3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser bajarê Cenîn û serdegirtina malan de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 3 jê giran 13 kes birîndar bûne. Li gorî nûçeya di ajansa nûçeyan a fermî ya Filistinî WEFA’yê yek ji kesên ku dî êrîşan de jiyan xwe ji dest daye Semîh Firaz Ebu El Vefa yê 21 salî ye.

Leşkeran ambulansan asteng kirin

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di serdegirtina malan a leşkerên Îsaraîl li kampa penaberan a Cenînê de hinek malên girêdayî Filistîniyan hatine dorpêçkirin û hat gotin ku ambulansên xwestine birîndaran rakin, ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin. Balafirên Îsraîlê li ser kampa penaberan a Cenîna ku ketin û derketina wê hatiye girtin demek zêde firiyan.

Liweya çengê leşkerî yê Hamas Izzeddîn El Kassam di daxuyaniya xwe de got: “Em ê bi şerê parastinê mil bi mil bikevin kampa penaberan a Cenînê.”

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku artêş û teşkîlata îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Şin Bet (Şabak) li kampên komên Filistînî operasyona noqte ya yekgirtî kirine hedef. Operasyona yekgirtî ya noqte ya mijara gotinê weke ‘Tugaya Cenîn’ tê binavkirin.