Di erdheja Japonyayê de hêjmara miriyan giha 168’an

Hejmara kesên di erdheja hefta borî bi pileya 7,6 ya li Japonyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan giha 168’an.

Navenda Nûçeyan- Bîlançoya erdheja li eyaleya Îşikawa a Rojavayê Japonya ku di 1’ê Çileyê de bi pileya 7,6 pêkhat giran dibe. Rayedarên eyaleta Îşikava di daxuyaniya dayî de diyarkirin ku hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 168, ji 103 kesan jî agahî nayê girtin.

Li dijî avahiyên bi xisar hîşyarî

Rayedaran, li herêmên erdhej lê bi bandor de, ji ber barîna berfa zêde li beramberî avahiyên bi xisar de hîşyarî da. Ajansa Meteorolojî a Japonya, mirov,  kêmaniyên sistema gihandinê, têlên kehrebeyê û mayîna berfê li ser daran li dijî metirsiyê de banga hişyariyê kir.

Ajansa Meteorolojiya Japonya ragihand ku di 1,2,3 û 4’ê Çileyê de li nîvgireva Nato ya Îşikava di navbera 4 û 7,6 erdhej pêkhat.