Mîna Askerî: Divê li dijî cezayê darvekirinê em hemû dengê xwe bilind bikin
Jinên Efganistanê bi peyamên xwe yên piştevaniyê xwestin cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî were xirakirin. Aktivîst Mîna Askerî diyar kir ku jina têkoşer a Îranê Pexşan Ezîzî ji ber li dijî rejîma Îranê derket cezayê darvekirinê girtiye.
BAHARAN LEHÎB
Kabul - Rejîma Mele ya Îranê, careke din rûyê xwe yê reş û hov nîşanî dinyayê da. Ev rejîm zêdeyî 40 salan e zilm û zordariya xwe li ser civakê didomîne û mafên mirovan binpê dike. Di heman demê de hemû kesên ku banga edaletê dikin rastî girtin, îşkence, windakirin û înfazê tên. Ji rewşenbîr, aktivîstên siyasî û hunermendan bigre heta xwendekar û karkeran, ji ber daxwazên mafên xwe dikin bedelên giran didin. Roja 8’ê Çileyê parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li rojnameger û parazvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî hatibû birîn, erê kiriye. Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî zêde dibin. Jinên Efganistanê bi peyamên xwe yên piştevaniyê xwestin cezayê dermirovî yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn were xirakirin.
‘Ev ceza dermirovî ye’
Aktivîsta mafên zarok û jinan a ji Efganistanê Mîna Askerî têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ji bo rakirina cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî tevî gelek hewldan û kampanyayan, mixabin rejîma Îranê hê di pêkanîna vî cezayî de îsrar dike. Ev ceza dermirovî ye û ger îro em bêdeng bibin, sibe wê gelek dereng bibe û em ê Pexşan Ezîzî winda bikin. Pexşan Ezîzî sembola berxwedana li dijî rejîma ku bi salan e zextê li jinan dikir e. Em destûr nadin ev maf ji destên me were girtin. Ew ji bo me ronahî û hêvî ye divê ev ronahî venemire.”
‘Pexşan Ezîzî sembola berxwedan û edaletê ye’
Mîna Askerî da zanîn ku îro Pexşan Ezîzî bûye senbola têkoşîna azadiyê û wiha got: “Ew ne tenê dengê jinên Îranê ye, di heman demê de dengê hemû jin û mêrên ku ji bo edalet û wekheviyê têdikoşe ye. Divê civaka navneteweyî li dijî vê bêhiqûqiyê bedeng nebe. Li dijî van zextan, bilinfkirina dengê azadiyê erks me hemûyan e. Ew riya ku Pexşan û berxwedêrên din hilbijartine, riya berxwedanê ye û îro erka me ew e em dengê xwe bigihîjînin dinyayê. Bêdengî, tê wateya erêkirina sûceke din. Divê em destûr nedin qehremanên azadiyê bêdeng bikin. Pexşan Ezîzî îro sembola berxwedan û edaletê ye.”