Di doza Semra Guzel de biryara tehliyeyê nehat dayîn!

Di doza parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel a ku piştî hedef hat nîşandan, tevî ku parêzbendiya wê hebû jî hat girtin de, dîsa biryara tehliyeyê nehat dayîn.

Navenda Nûçeyan- 7'emîn danişîna doza ku parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel tê darizandin, li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Semra Guzel, piştî ku hin wêneyên wê yên di dosyaya lêpirsînê ya di sala 2017'an de hatibû vekirin de serwîsî çapemeniyê hat kirin û hedef hat nîşandan, hatibû girtin.

Semra Guzel, ji girtîgeha ku lê tê girtin bi riya Sîstema Deng û Dîmen (SGBÎS) tevli danişînê bû. Rûniştin ji aliyê parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sevîlay Çelenk, Komîsyona Hiqûqê ya Mafên Mirovan a DEM Partiyê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ve hat şopandin.

Danişînê bi guhdarkirina şahidê veşartî Ezel dest pê kir. Ji ber ku dengê şahidê veşartî Ezel bi zelalî dihat famkirin û vîdyo jî tunebû, lijneya dadgehê diyar kir ku dê şahidê veşartî bi vî awayî were eşkerekirin û ev rewş li dijî rêûresmê ye û biryar da ku piştre şahidê veşartî Ezel guhdarî bikin.

Piştre rapora ATK'ê ya der barê nasnameya sexte ku tê îdiakirin li ser Semrayê hat girtin hat xwendin.

Danişîn taloqî 25'ê Nîsana 2024'an bû

Piştî îfadeya Semra Guzel û parastina parêzeran, heyeta dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya Semra Guzel bidome, di danişîna li pêş de dê li şahidê veşartî bê guhdarîkirin û danişîn taloqî 25'ê Nîsana 2024'an hat kirin.