Danişîna rojnamevan Nimet Olmez hat taloqkirin

Danişîna doza rojnamevan Nimet Olmez a ji ber parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal a der barê Esra Y. ya bi tecawizê re rû bi rû mabû de tê darizandin, taloqî 24'ê Nîsanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Di dîroka 27'ê Gulana 2016'an de li Şemzînana Colemêrgê Veysî, Zahir û Nihat Yilmaz tecawizê Esra Y. ya 11 salî kiribûn. Serokê Bajêr ê AKP'ê Zeydîn Kaya parêzeriya bersûcan kiribû. Rojnameger Nîmet Olmez, ji ber şîroveya têkildarî mijarê ya li ser medyaya dîjîtal hat darizandin.

Danişînê taloqî 24'ê Nîsanê kirin

Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyeyê ya Colemêrgê hat dîtin û doz taloqî 24'ê Nîsanê hat kirin.