Di doza Narînê de dadgeh veguherî şanoyê, pirs bê bersiv man

Di dosyaya Narîn Guran a di meha Tebaxê de hat îdîakirin ku winda bûye û cenazeyê wê piştî 19 rojan hat dîtin de, biryar derket. Hemû hûrguliyên ku veguherîn magazîn û şanoyê, bê bersiv man.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di dosyaya Narîn Guran ku rûniştina dozê 6 roj berdewam kir de, 37 şahid, 4 kiryar û gelek parêzer hatin guhdarkirin. Şeva Şemiyê Dadgeha 8’emîn a Cezaya Giran a Amedê, piştî ku gotinên dawî yên kiryaran pirsî, biryara xwe eşkere kir. Di rûniştina doza ku hemû raya giştî li bendê bû tê de rastî derkeve holê, veguherî şovê. Ji malbata Guran 3 kesan biryara “cezayê giran ê muebbet”, Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh cezayê girtigehê stendin. Di dosyaya Narînê ku ji roja winda bû ve gelek xemsarî derketin holê de, bi rêya medyaya dîjîtal gelek gotegot belav bûn û sîyasetmedar jî tevlî vê bûyerê bûn. Hemû pirs bê bersiv man. Cezayên ku hatin dayîn, rastiya berbiçav dernexist holê, di rûniştina dozê de pir caran peyvên zayendperest hatin bikaranîn û aqilê mêr bi awayek pir eşkere xwe da der.

Xemsarî dosyayê anî vê rewşê!

Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî ya girêdayî Navçeya Rezan a Amedê hat îdîakirin ku wenda bûye. Bûyera ku 3 rojên ewil ji aliyê çapemeniya herêmî û paşê jî ji aliyê raya giştî û medyaya civakî ve hat şopandin, di nav hefteyekê de veguherî bûyereke ku hemû welat qala wê kir. Çi hat serê Narînê, çawa û ji bo çi wenda bû, an jî dijî yan na, ji aliyê milyonan ve dihat meraqkirin. Li derdora gund û bajêr cîhek ku lê negeriyan nemabû. Lêpirsîna ku cenderme jî beşdar bûn, nêzî 19 rojan bi van pirsan û nûçeyên derew di rojevê de cîhê xwe girt. Bi saya raya giştî ku pirsî “Ka Narîn li ku ye?” û dev ji vê pirsê berneda, xebatên lêgerînê nehatin sekinandin. Ji bo jiyana Narînê metirsiyên mezin hebûn û roj bi roj hêviya ‘Narîn dijî’ kêm dibû. 19 roj piştî wendabûna wê, di 8’ê Îlonê de cenazeyê Narînê kîlometreyek li dûrî gund, di Çemê Severtutmaz de hat dîtin. Roja ku cenaze hat dîtin, gund hat dorpêçkirin û 25 kesên ku bi piranî ji malbata Guran bûn, ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin.

Di dosyayê de tenê kesek axivî!

Ji cenazeyê ku rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) 98 DNA hatin girtin. Ji ber ku cenaze 19 roj di avê de mabû, di rapora otopsiyê de tu delîl nehat dîtin. Ji ber ku di 19 rojan de tu guman derneketin holê û li ser malbatê nesekinîn, ev bû sedem ku delîl wenda bibin, xemsarî ji roja ewil heya dawî berdewam kir. Ev xemsarî ji bo ku rastî dernekeve holê, bû astengiya herî mezin. Her wiha di binçavkirinan de ji bilî Salîm Guran û hevalê wî yê nêz Nevzat Bahtiyar tu kes li xwe mikur nehat. Nevzat Bahtiyar got ku wî dîtiye ku Narîn di mala xwe de hatiye qetilkirin û Salîm Guran lê geriyaye û wî bi zarokê wî tehdît kiriye. Nevzat Bahtîyar li xwe mikur hat ku wî cenazeyê Narînê di çem de veşartiye û kevirek 20 kîlo giran daniye ser cenaze. Piştî lixwe mikurhatinê gumanbar eşkere bûn. Piştî îfadeyê Nevzat Bahtiyar, kamera hatin lîkolînkirin û hat dîtin ku Nevzat Bahtiyar roja bûyerê çûye ber çem. Di îfadeyê Nevzat Bahtiyar de 3 kesên bi guman Enes, Yuksel û Salîm sûcê xwe qebûl nekirin. Derket holê ku dema hersê gumanbar di 8’ê Îlonê de ji aliyê cendirmayan ve hatine binçavkirin, li qereqolê rastî îşkenceyê hatine.

Pêvajoya dozê veguherî şovê!

Dosyaya Narîn ku di wateya civakî de veguherî lêpirsîna wîcdanî, lêpirsîna wîcdanî, bertekên ku di destpêkê de hatin dayîn, mixabin dawiya pêvajoyê neanîn. Raya giştî ku Narînê her roj kir rojev û hişt ku 19 roj bê navber lêgerîn berdewam bike, bê guman di dîtina Narînê de ji roja ewil ve rolek girîng lîst. Civaka ku 19 roj pirs kir û got “ Narîn li ku yeP” hêvî da me. Em fikirîn ku dosyaya Narînê li hember binpêkirinên ku di nav civakê de her diçe zêde dibin, mînakek e û ev pêvajo wê bi vî rengî bidome. Pêvajoya ku bi Narînê destpê kir, mixabin di dosyayên din de heman hişyarî çênebû. Binpêkirin her çû zêde bû, sûcên li dijî jin û zarokan her çû zêde bû û hişyariya civakê bi Narînê re sînordar ma. Bi Narînê re pêvajoya ku êdî  kêr gihîştiye hestî, gelek zarok hatin qetilkirin, rastî êrîşên zayendî hatin yan jî hatin windakirin. Li dijî van sucan tedbîrên pêwîst tên nîqaşkirin. Hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan careke din nîşan da ku li welatê ku rizîbûna civakî kûr dibe, ne zarok û ne jî jin wek mijarên mafan nayên dîtin.

Gotinên Galîp Ensarioglu gumanan zêde kir

Di dosyayê de îfadeyên ku her gav dihat avêtin ji aliyê gel ve dihat şopandin, tevî qedexeya weşanê jî li ser kanalên nêzî hikûmetê hatin weşandin. Daxuyaniyên ku tevî hişyariyên parêzeran hatin weşandin bû sedem ku xemsariya bûyerê de dest pê kir, li pêvajoya darazê jî belav bibe. Ji ber daxuyaniyên hatin weşandin, her gumanbarên hatin binçavkirin, wek kiryarê bûyerê hatin nîşandan û di raya giştî de nêrînên cidî hatin afirandin. Dîsa Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu di bernameya ku tevlî bû de got, “Ev malbat 40 sal in dostê me ye. Bi gotina xwe ya “Tiştên ku em nikarin bêjin, hene” bû sedem ku pêvajo bibe xaleke siyasî. Di dosyaya ku navê gelek partiyên siyasî derbas bûn de, gelek senaryo derketin holê, dîsa jî pirsên esasî ji kesên muxatab nehatin pirsîn. Xwestin ku hinek senaryoyan bavêjin holê û rastiyan veşêrin.

Şêwazê jiyana jinan bû mijarê nîqaşê

Di vê zincîra xemsariyê de, bi navbeynkariya medyaya civakî, rojev ji nişka ve ji daxwaza eşkerekirina heqîqetê hat derxistin û veguherî magazînê. Ji zarokan bigre heta jinan her kesê ku hat binçavkirin an jî behsa wan tê kirin, mafê wan ê îhtimala bêsûcbûnê hatiye binpêkirin. Navê zarokan aşkera hati dayîn, kesên ku mijarê kirin magazîn, cil û şêwaza jiyana jinan xistin nîqaşê.  Ji porê dayîka Narînê Yuksel Guran heta guharê wê û heta îdiaya ku bi tiyê xwe re di nava têkiliyan de ye, gelek mijarên ku feyde nadin dosyayê, hatin rojevê. Gelek kesan ev doz wek fersenda rojevbûnê dîtin. Dosyaya lêpirsînê ya ji bo aşkerakirina kiryaran hat vekirin, di hemû çapemeniyê de cih girt û medyaya dîjîtal jî, li ser vê mijarê dadgeha xwe ava kir û darizand.

Du rûniştinên dozê pêk hatin, îfade û parastin 6 rojan berdewam kir

Di pêvajoya îdianame û rûniştinê de jî ev pêvajo berdewam kir. Di pêvajoya lêpirsînê de pirs bêbersiv hatin hiştin û di îdianameya ku ji 500 rûpelî pêk tê de cih negirt ka çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Di dosya ku bi piranî ji malbata Guran 12 girtî hene de, dosyaya gumanbarên sereke Nevzat Bahtiyar, Enes Guran, Yuksel Guran û Salîm Guran ji hev cuda bû. Piştî ku ji hev cuda bûn, ji bo 4 gumanbaran ji ber sûcê “Kuştina bi zanebûn a zarokek” cezayê "Muebeta giran” hat xwestin. Îdianameya amadekirî beriya ku bighê dozgerê dadgehê,  gihîşt destê Ajansa Anadoluyê. Îdîaname di hemû ajansan de hat weşandin. Rûniştina destpêkê ya dosyaya ku zincîra kêmasiyan gav bi gav bipêş ket, di 7'ê Mijdarê de pêk hat. Di rûniştina dozê ya ku 3 rojan berdewam kir de li bersûc, şahid û parêzeran hat guhdarkirin. Dema ku temaşevanan rûniştina ku senaryo tê de neguherî wekî şano şîrove kir, di rûniştina yekem de, wekî ku dihat hêvîkirin, biryar nehat girtin.

Ne hûrguliyên kuştinê, yên magazînê bûn rojev

Rûniştina dozê 3 rojan berdewam kir, rûniştina duyemîn di 26'ê Kanûnê de pêk hat. Di rûniştina ku nîqaşên giran lê hatin kirin de parastina yekem hat dubarekirin. Di danişîna ku delîlên nû û agahiyên nû nehatin pêşkêşkirin de hem şahid û hem jî gumanbaran, rola sê meymûnan lîstin. Di rûniştina ku di sêgoşeya "Min nedît, min nebihîst, nizanim" de pêk hat de parastinên zayendîparêz ên gumanbaran kirin, bi têgînên namûsê hewl dan bûyera kuştinê rewa bikin. Gumanbarên ku gotin "tu sûcê min tunee" wiha gotin: "Ji kuştina ku pêk hat, namûs û rûmeta min ket bin xeterê. Di dema bikaranîna gotinên "kes nikare biaxive" de gelek detayên ku li salona dadgehê ne cîhê nûçeyê bûn, bi rêya çapemeniyê bi raya giştî re hatin parvekirin û bûn mijara nîqaşê.

Biryar ne bi dilê raya giştî ye

Dadgehê ji bo apê Narîn Salim, birayê wê Enes û dayîka wê Yuksel Guran “muebeta giran” ji bo Nevzat Bahtiyar jî bi hinceta “delîlan veşartiye û tune kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da. Parêzeran bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku Nevzat Bahtiyar ne îtîrafkar e, di heman demê de sûcê beşdarbûna tunekirin û veşartina delîlên dosyayê jî kiriye. Ligel van cezayên ku hatin dayîn jî, pirsên sereke bêbersiv hatin hiştin û nehat zanîn ku ev kuştin ji ber çi û ji aliyê kê ve hatiye kirin.