Di doza Narîn Guran de çi qewimî?
Danişîna ewil a doza Narîn Guran li Amedê hat dîtin. Di danişînê de ji bo ronîkirina bûyerê tu pêşketin çênebû, hiqûqnasan diyar kir ku ji ber lêpirsîn bi baş nehatiye meşandin, darizandin jî bi awayekî baş û zelal nehatiye kirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Narîn Guran a 8 salî roja 21’ê Tebaxê li gundê Çolî yê ser bi navçeya Rezana Amedê ve hat windakirin. Piştî 19 rojan cenazeyê Narîn Guran di nava çemê binê gund de hat dîtin. Rapora otopsî û mînakên DNA’yê yên hatin girtin, der barê kujer kî ye de tiştek nehat bidestxistin, di çarçoveya lêpirsîna ku agahiyên ji gundiyan hatine girtin û belgeyên ku hatine bidestxistin de 12 kes hatin girtin. Danişîna ku yek jê jin û çar kes ji kuştina Narîn berpirs tên darizandin du roj in bi şev û roj didome. Di danişînê de ku guh dan bi dehan kesên bersûc û şahidan, tevî dema derbasbûye jî der barê nasnameya kujer de tu pêşketin çênebû. Di danişîna ku nakokî di nava nakokiyan de derketin holê de, hem şahid û hem jî bersûcan peyvên ku herî zêde bi kar anîn ‘nizanim, nayê bîra min û min nedîtiye’ bû.
Lêpirsînê bi îhmalan dest pê kir bi îhmalan berdewam kir!
Piştî Narîn Guran winda bû, bi îxbara windabûnê tîmên ku beşdarî lêpirsînê bûne, di nava vê pêvajoyê de li ser gumana revandinê rawestiyan. Tevî hemû hişyariyan jî leşkerên ku gumanbaran ji malê kom nekirin di vê pêvajoyê de ji bo dîtina Narînê serî li kesên ku kaxiz û niviştan çêkirin dan piştî windabûnê nêzî 19 rojan di encama îxbarek de cenazeyê Narînê hat dîtin. Tevî hemû xebatên ku 19 rojan hatin meşandin û îfadeyên heyî jî cenazeyê Narînê nehat dîtin, hemû daneyên li ser bedena Narînê hema bibêje tune bûn. Di bûyera ku ji aliyê civakê ve xwedî lê hat derketin, bi dîtina cenazeyê Narînê re ji endamên malbatê nêzî 25 kes hatin binçavkirin. Di rapora otopsiyê de hat teşxîskirin ku bi xeniqandinê hatiye qetikirin û tevî ji zêdeyî 90 mînakên DNA hatin girtin, di bedena wê de belge derneket û piştre cenazeyê Narînê li gundê wê hat definkirin.
Endamên malbatê yên ku hatine binçavkirin, îdia kirin ku di bûyerê de tu berpirsyariyek wan tune ye, Navzat Bahtiyar ê ku li heman gundî dijî, li xwe mukir hat ku bûyer mamê wê di heman demê de keyayê gund e Salim Guran kiriye û jê xwestiye ku cenaze parçe bike û tune bike. Piştî îtirafa ku hat kirin, endamên malbatê gelek beyanên ne rast dan û di pêvajoya windabûnê de hat tesbîtkirin ku ji bo cenazeyê Narîn neyê dîtin, belgeyên sexte derxistine holê. Piştî îfadeyên hatin girtin ji endamên malbatê 12 kes hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Di nava kesên hatin girtin de dayik Yuksel Guran, mam Salim Guran, bira Enes Guran hebûn. Piştî bûyerê du mehan îdianame hat amadekirin, di dosyaya ku ji hev hatiye cudakirin de Enes Guran, Salim Guran, Yuksel Guran û Nevzat Bahtiyar ji cezayê ‘bizanabûn kuştin’ hat xwestin bi cezayê ‘muhabeta girankirî’ werin darizandin.
Nevzat Bahtiyar mafê bêdengiyê bi kar anî!
Danişîna ewil a dosyayê di roja 7’ê Mijdarê de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di dosyaya ku beşdariyek zêde hebû de, roja destpêkê bi sedan parêzer û rojnamevan bi hinceta ku di salonê de cih nemaye, neçar man ji derve bimînin. Di danişîna ku tenê daxwaza mudaxilkirinê ya Baroya Amedê hat qebûlkirin de, gotina destpêkê Nevzat Bahtiyar ê ku cînayet îtiraf kiribî girt. Nevzat Bahtiyar herdu îfadeyên xwe yên berê red kir û îfadeya dawî hat qebûlkirin, di dadgehê de mafê xwe yê bêdengmanê bi kar anî. Nevzat Bahtiyar bûyera qewimî gav bi gav anî ziman, diyar kir ku Salim Guran Narînê qetil kiriye û jê re gotiye ‘here vî cenazeyî bibe parçe bike û tune bike’ yan ez ê li ber çavên te kurê te qetil bikim’ gefê lê xwariye. Nevzat Bahtiyar pirsên parêzeran û serokên dadgehê bi gotinên ‘nayê bîra min’ bersivand, da zanîn ku ji bo sûc bigre ser xwe malbata Guran pêşniyaza baxçe û pere jê kirine.
Hevalê qawîşê Enes Guran derewand!
Di danişîna ku li gel pirsan nakokî di nava nakokiyan de derketin û rastî bi tu awayî derneket holê de, piştî Nevzat birayê wê Enes Guran mafê axaftinê girt. Yek ji gumanbarê herî mezin Enes Guran roja bûyerê tiştên ku di malê de qewimîn anî ziman, bi awayekî ezbere dem dem peyvên ‘min kir, min dît’ bi kar anî. Ji pirsên nakok yên serokê dadgehê yê di beyanên berê de peyva ku ‘ez di şoke de bûm nayê bîra min’ Enes Guran bi kar anî, cihê gezên di destên wî de jî jê hat pirsîn. Îdiaya ku Enes Guran ku dem dem di anî ziman ziyan gihandiye xwe, derewandî ji hevalê wi yê qawişê hate. Girtiyek ku ji girtîgehê ji dozgeriyê re name nivîsand gotina ‘ger Enes ziyanê dide xwe di girtîgehê de çima ziyan nedaye xwe’ bi kar aniye derket holê. Enes Guran ku heman beyanê careke din dubare dikir, îdia kir ku roja hatiye binçavkirin, li fermandariya leşkeran a bajar îşkence lê hatiye kirin û îşkenceya ku li dayika wî hatiye kirin bi wî dane guhdarkirin li gotinên xwe zêde kir. Li hemberî pirsên parêzeran Enes Guran ku dem bi dem dudilîbûn dijiya, bersiva ‘nizanim’ da, gelek gumanên ku di îfadeyê de, nehatin derbaskirin man.
Hewl didin tenê kesek sûcdar nîşan bidin!
Piştre Yuksel Guran û Salim Guran mafê axaftinê girtin. Bersûcên ku diyar kirin di cînayetê de tu para wan nîn e, diyar kirin ku bêbextî li wan tê kirin û bal kişandin ku bûyer Navzat Bahtiyar kiriye. Ji Salim Guran pirsa çima qeydên peyaman ji telefona xwe biriye hat pirsîn lê wî bersiv neda. Dema ku pirs ji bersûcan dihat kirin, dem bi dem parêzer diketin navberê balkêş bû ku hewl dihat dayîn atmosferek wisa ava bikin ku tenê bersûc Navzat Bahtiyar e. Danişînê roja destpêkê bi bersûc û şahidan berdewam kir, heta saetên dereng ên şevê berdewam kir, parêzerên Baroya Amedê di danişînê de ji bo rastî derbikeve holê dema bûyerê kêlî bi kêlî dipirsîn û hewl didan nakokiyan derbas bikin, teqdîra temaşevanan qezenc kir.
Parêzerên ku li pey rastiyê ne dibin hedef!
Parêzer Nahit Eren ku bi gotina ‘Em li pey zanîna çi li keça me Narînê hatiye û em têbikoşin.” bal kişand ser îhmalên ku ji destpêka danişnê heta dawiyê, ji ber pirsên ku dikir, dem dem ji aliyê bersûcan û xizmên wan ve dihatin hedefgirtin. Di dawiya roja destpêkê de der barê mijarê de me bi parêzer û parêzvanên mafên mirovan re hevdîtin kir, ji ber nakokiyên di dosyayê de balkêş bû ku hê negihîştine rastiyê. Çavdêran diyar kirin ku hem pirsên dihatin kirin, hem jî nêzikatiyên di pêvajoya darizandinê de, dadgehê dixwest zû danişînê bi dawî bike, bi van nakokiyan di dosyayê de biryarek din were dayîn gelek zehmet bû, bal kişand.
‘Gelek pirs hê jî bêbersiv in’
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Derya Yildirim got ku di dosyayê de ji bo rastî derneke holê hewldanek pir mezin tê dayîn û wiha pê de çû: “Di despêka dosyayê de heya niha hê jî gelek pirs û nakokiyên heyî hene. Pirs bê bersiv in. Hîna jî di dosyayê de pirsên kiryarê esasî kî ye, cînayet çima pêk hat di cihê xwe de sekinîne. Di vê darazê de em fêm dikin ku derbaskirina van nakokiyan gelek zehmet e. Hemû îfade ji nişka ve hatin guhertin. Hemû îfadeyên ku ji aliyê bersûc û şahidan ve bi gotinê ‘nizanim’ ve tê xwestin were derbaskirin. Em şopdarên vê pêvajoyê ne û em ê hewl bidin ev rastî derkeve holê.”
Paşguhkirin bû sedem ku di lêpirsînê de nakokî derkeve!
Parêzeran diyar kirin ku pêvajoya di danişînê de ji ber paşguhkirina ku ji destpêka qonaxa lêpirsînê ve berdewam dike, hatiye vê rewşê û diyar kirin ku ger lêpirsîn ji kêliya destpêkê ve bi rêk û pêk bêkirin dê darizandin bi bandortir bibe. Parêzeran diyar kirin ku di kêliya ewil de îfadeyên gumanbaran nehatine girtin, delîl bi awayekî berçav hatine veşartin û diyar kirin ku ji ber 20 rojên ewil îro rastî nehatin eşkerekirin û gelek îfadeyên derewîn hene.
Lihevhatina şahidan: Nizanim, nayê bîra min!
Rûniştina doza ku di roja duyemîn de bi heman awayî berdewam kir heta roja sêyemîn berdewam kir û di roja duyemîn de şahidên bûyerê hatin guhdarîkirin. Di dadgeha ku di nav de zarok, 25 şahîd hatin guhdarkirin, heman gotinên roja ewil hatin dubarekirin. Hate dîtin ku her şahidê ku di danişîna ku ji bilî Nevzat Bahtiyar bersûc tê dîtin, gumana di navbera malbatê de lihevkirin heye ava bû. Di danişînê de ji îfadeyên xwe yên berê îfadeyên cuda dan û zarok bi dudilî axivîn û carna jî li devê xwe xistin balkişand. Ji ber vê nakokiyê serokê dadgehê dema pirs kir gotinên “nizanim, nayê bîra min” dubare kirin, her wiha dema roja bûyerê seetên şaş gotin vê carê jî bi gotinên “Di vê kêliyê de min seeta xwe meyze nekir” derbas kirin. Şahidên ku îdiayên Salim Gûran ên îfadeyên derewîn jî red kirin, ji bo kesên îfade dane cendirmeyan gotin, "Me di bin îşkenceyê de îfade dan" Her wiha der barê nûçeyên ku çapemeniya alîgirê hikûmetê der barê rûniştina dozê de bi gotina "Di dosyayê de şahidekî veşartî heye" jî wiha bersiv da: "Agahiyê min tune."
Di dosyaya ku tê xwestin weke magazîn bê destgirtin de rastî di tarîtiyê de tê hiştin!
Di roja duyemîn de jî di danişîna ku heman şano hat lîstin de, di serê raya giştî de pirs hat hiştin û ev pirs nehatin bersivdan. Rûxmê bi dehan îfade, girtename, qeydên kamerayê, qeydên bazê hîna jî nayê zanîn kî cînayet pêk aniye. Derket holê ku kameraya qereqolê ya li nêzî gund bûyerê kişandiye bes ev dîmen neketiye dosyayê. Dadgeha ku ji aliyê gelek rojnameger, welatî û parêzeran ve tê şopandin, ji ber carna bûyerê magazînkirin bû sedem ku ji rastiyê were dûrketin. Her çendî gelek caran di salona danîşînê de qedeyên acibûn derket holê jî Ji ber trajîkbûna bûyerê, her cara ku şahid bûyerê digotin heman trawma hem di malbatê de hem jî di nav temaşevanan de çêdibe. Rûxmê ku bi dehan kes hat guhdarkirinhîn di darazê de delîlek şênber nehat bi dest xistin. Parêzerên ku mijarê dişopînin ji bo kiryaran derxînin holê têdikoşin, raya giştî jî bi gumana ne ku darazek adilane pêk were.
Dostên malbatê tevli danişînê nebûn!
Dema ku her kesê meraq dikir dê encama dozê çi bibe, di rûniştina ku bi sedan kes lê hat dîtin de parlamenterê AKP'ê Galîp Ensarîoglu ku wê demê gotibû: “Malbat çil sal in hevalê me ye. Tiştên ku em dizanin hene lê nikarin bibêjin malbatê aciz nekin" 2 roj bûn rûniştina dozê neşopand. Em jî weke her kesê alîgirê wê ye ku ne heqîqet derkeve holê û em ê dosyayê bişopînin.