Di 8 mehan de zêdetirî 12 hezar Yemenî ji cihê xwe bûn

Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) ragihand ku di 8 mehên destpêkê yê salê de li Yemenê zêdetirî 12 hezar kes ji cihê xwe bûne.

Navenda Nûçeyan – Yemen ji ber xirabûna şert û mercên mirovî û jiyanê, pêlên koçberiyê yên berdewam dijî. Di vê hawîrdora ku pevçûnên berdewam û guherîna avhewayê bi hev ve girêdayî ne, malbat neçar dimînin ku ji bo ewlehiyê malên xwe biterikînin. Bi taybetî lehiyên vê dawiyê faktorek girîng a zêdebûna koçberiya navxweyî ya di nav welêt de bûne.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) 1’ê Îlonê bi rapora xwe ya weşand, ragihand ku di heşt mehên pêşîn ên salê de li Yemenê zêdetirî 12 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.

Li gor rapora rêxistinê di tespîtên ku bi riya “matrîsa şopandina ji cihê xwe bûnê” hatiye amadekirin de ji 1’ê Çileyê heyanî 31’ê Tebaxê zêdetirî 2 hezar malbat – zêdetirî 12 hezar kes – neçar mane ku koç bikin. 

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku tenê di hefteya borî de 64 malbat – bi qasî 384 kes – ji cih û warên xwe bûne. Hat destnîşankirin ku piraniya koçberiyê ji ber zextên guherîna avhewayê û şert û mercên hewayê yên dijwar e. Ev tevger bi taybetî li bajarên Taiz, Hudeydayê, Marib û Sanayê kom bûye. Di vê çarçoveyê de, 28 malbat li Taizê, 21 li Maribê û 15 li Hudeydayê bi cih bûne.