Di 24 saetan de 150 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê ragihand ku hejmara Filistiniyen ku di êrîşên Îsraîlê ên ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane derket 26 hezar ü 900’i.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê  de daxuyaniyek da. Eşref el-Qudra diyar kir ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Zivala Xezayê 150 Filistînî qetilkirine kirin û 313 Filistînî jî birîndar kirine.

Gihîştina cenazeyan tê astengkirin

Eşref el-Qudra destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmara Filistîniyên ku li Xezayê hatin qetilkirin derket 26 hezar û 900’î û hejmara birîndaran jî derket 65 hezar û 949’an. Eşref el-Qudra di berdevamiya daxiyaniya xwe de destnîşan kir ku ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tenduristiyê û sivîlan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku rayedarên parastinê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.