Girtiya nexweş Sudan Guven hat tahliyekirin

Girtiya nexweş Sudan Guven ku nexweşiya pençeşêrê lê peyda bûye, piştî 12 sal û 2 mehan ji girtîgehê derket.

Navenda Nûçeyan-Sudan Guven a li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ku ji ber "poşmanîtî" qebûl nekiribû û berdana wê 3 caran û her carê 3 mehan hatibû taloqkirin, piştî 12 sal û 2 mehan ji girtîgehê derket. Malbata Sudanê ji bo wê pêşwazî bike ji Bismila Amedê çû Alanyayê. Sudan li ber girtîgehê ji aliyê ferdên malbatê ve hat pêşwazîkirin û ber bi Bismilê ve bi rê ket. 

 

Sudan, di sala 2012'an de li Bismila Amedê hatibû binçavkirin. Ji ber xebatên xwe yên li BDP'ê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Erziromê hatibû darizandin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û îdiayên bi vî rengî 15 sal û 3 meh ceza lê birîbû. Sudanê înfaza xwe di 4'ê Gulana 2023'yan de temam kiribû, lê belê ji ber ku "poşmantiya" ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve lê hatibû ferzkirin qebûl nekiribû înfaza wê 3 caran her carê 3 mehan hatibû taloqkirin. 

 

Her wiha di 19'ê Kanûnê de Sudanê telefonî malbata xwe kiribû ku nexweşiya pençeşêrê lê peyda bûye.