DFG û MKG li aqûbeta Silêman Ehmed pirsîn

Komeleyên Rojnamegeran xwest rojnameger Suleyman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve 50 roj in agahî jê nayê girtin bê berdan.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) têkildarî rewşa edîtorê Rojnewsê Suleyman Ehmed ê ku di 25'ê Cotmehê de ji aliyê rêveberiya giştî ya PDK'ê ve hat binçavkirin û 50 rojan agahî jê nayê girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya li ber avahiya DFG'ê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray jî tevlî bû.

Rojnamegerên hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Seroka MKG'ê Roza Metîna pêkanînên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan rexne kirin. Metîna bal kişand ser zextên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan û navên rojnamevanên hatin qetilkirin wiha rêz kirin: “Di sala 2008’an de Soranê Mame Heme hate qetilkirin û heya niha kujerên wî nehatine diyarkirin. Soranê Mame Heme her wiha li Başûr yekemîn şehîdê çapemeniyê ye. Rojnamevan Serdeşt Osman jî di 4’ê gulana 2010’an de li Hewlêrê hatibû revandin û piştî du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hate dîtin. Di 13’ê tebaxa 2016’an de peyamnêrê Rojnews’ê Wedat Hisên ji hêla hêzên girêdayî PDK’ê ve hate qetilkirin. Heft sal bi ser re derbas bû, kujerên Wedat ne hatin cezakirin. Dev ji vê yekê berdin, PDK îsal jî nehişt ku malbat û rêhevalên Wedat herin ser gora wî û ew bi bîr bînin. Di 3’yê adara 2017’an de ji aliyê peşmergeyên PDK’ê ve li dijî bajaroka Xanesorê êrîş pêk hat. Di vê êrîşa ku 5 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn de rojnamevan Nujiyan Erhan jî birîndar bibû. Piştî 20 rojan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî di 4’ê cotmeha 2022’yan de rojnamevan û lêkolîner Nagehan Akarsel bi hevkariya PDK’ê ji hêla dewleta tirk ve hate qetilkirin.”

Roza di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Herêma Kurdistana Federal ji xeynî van buyeran di gelek aliyan de astengkirina li dijî rojnamevanan pêk hatin. Rojnamevan li herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ne nikarin bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin. Di sala 2020-2021’an de dema çalakiyên gel yên li dijî gendelî û qeyrana aborî rû dan, di protestoyan de gelek rojnamevan jî hatin îşkencekirin, hatin girtin û hatin sirgun kirin.”

Binpêkirinên li dijî rojnamegeran

Metîna bal kişand ser daneyên di rapora Yekîtiya Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê de cih digirin û ev tişt gotin: “Li gorî rapora Yekîtiya Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan, di sala 2020’an de li hember 365 rojnamevan û 47 saziyên medyayê 138 car binpêkirinên mafan pêk hatiye. Li gorî rapora Komeleya Parastina Mafên Rojnamevanan – METRO Centerê jî, di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê li dijî 301 rojnamevanan 431 pinpêkirinên mafan pêk hatiye. Rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de 195 car hatine asteng kirin, amûrên 68 rojnamevanan hatine desteserkirin.”

'Em dixwazin di zûtirîn dem de serbest bê berdan'

Metîna, bi lêv kir ku ev buyerên hejmartine jî der barê nêzikatiya PDK’ê û rêveberiya Başûr de fikrekê dide avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha tevahiya kurd û dostên wan, rojnamevanên azad û ragihandina navnetewî, dixwazin ku agahî ji Silêman Ehmed bigirin. Em careke din bînin ziman; em daxwaza hevalê xwe yê rojnamevan Silêman Ehmed dikin, em dixwazin aqubeta wî hîn bibin û rojek berî rojekî bê berdan. Her wiha em bang li tevahiya sazî û dezgeyên rojnamevanî û tevahiya raya giştî a demokratîk dikin ku ji bo aqubeta Silêman Ehmed dengê xwe bilind bikin û vê neheqiyê qebûl nekin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.