Dewreya perwerdeya TAJÊ ya 12 rojan bi coş bi dawî bû

Li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) perwerdeyek 12 rojan hatibû destpêkirin perwerde bi coş û heyecan bi dawî bû.

Şengal - Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li serdeşta Şengalê perwerdeyeke bi navê dewreya Şehîd Nazê hat destpêkirin ku di 3'ê Adara 2017'an de li Şengalê di encama êrîşa peşmergeyên roj de jiyana xwe ji dest dabû.

Perwerdeya ku bi beşdariya jinên ciwan û yên meclisa TAJÊ hat destpêkirin 12 roj domiya û mijarên li ser welatparêzî, şerê taybet û naskirina ola Êzidayetiyê hatin dayîn.

 Li hemberî siyaseta qirkirinê perwerde dîtin

Endama meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Îlyas axivî û diyar kir ku perwerde di vê mehê de ji bo wan girîng bûye û wiha got: “Di meha Tebaxê de me dest bi perwerdeyê kir. Dijmin dixwaze di şexsê jinan de civaka Êzidî tune bike. Perwerdeya me jî li ser wê bû ku jin çawa dikarin xwe nas bikin û bibin xwedî îrade. Siyaseta qirêj a ku li ser jin û ciwanan tê meşandin çi ye û bi çi rengî ye. Civaka me ya Êzidî her dem di hedefê de ye û bi taybetî jî jin. Ji bo wê jî pêwîstiya jinan bi perwerdeyê heye.”

‘Pêdivî bi xwe perwerdekirinê heye’

Neam Îlyas di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûnê û wiha got: “Ger di fermana 2014’an de em di vê astê de bûna û birêxistinkirî bûna wê tu carî ferman nehata serê me û me yê rê li fermanê bigirta. Ji bo wê jî îro em xwe perwerde dikin û rê li pêşiya êrîşên dijmin digrin. Em xwedî çandeke kevnar in lazim e em xwe biparêzin û çanda xwe bidin naskirin. Pêwîst e em xwe perwerde bikin û li hemberî hemû cure êrîşan bisekinin.”

‘Hêvîdar im ku her ciwan perwerde bibe’

Endama Jinên Ciwan Delal Îbrahîm jî got: “Perwerdeya me 12 rojan berdewam kir. Pir xweş û bi heyecan bû. Hêvîdar im her ciwan were û beşdarî perwerdeyan bibe. Piştî vê perwerdeyê çavên me vebûn û hê bêhtir me xwe fam kir. Dersa herî xweş jî rastiya serok bû, di heman demê de dersa şerê taybet bû ku bi riya wê me fam kir, dijmin bi çi şêwazî şer li ser me dimeşîne. Di heman demê de banga me ew e ku her kes were perwerdeyê bibîne û terka welat neke.”

‘Di perwerdeyê de em li ser gelek mijaran axivîn’

Endama Meclisa Gel ya Serdeştê Felek Naif jî da zanîn ku pêwîst e her kes perwerdeyê bibîne û xwe perwerde bike û wiha got: “Perwerdeya me bi beşdarbûna hemû hevalan baş derbas bû, pir xweş bû. Hêviya me ew e ku her ciwan perwerdeyê bibîne, ji ber ku perwerde fikrên mirovan azad dike. Banga me ji her kesê re ew e ku fikrên xwe û welatê xwe azad bikin û berê xwe nedin xerîbiyê. Beriya ku em werin perwerdeyê me pir mijar der barê civaka xwe de nizanibû lê piştî ku em hatin fêr bûn. Di dawiyê de bangawaziya min ew e ku her kes bi perwerdeyê azadiya gel û welatê xwe misoger bike.”

‘Fikrên Êzdiyatiyê û yên serok Apo ji hev ne cuda ne’

Dayê Kinê Xidir a endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ku tevli perwerdeyê bûbû jî axivî û wiha got: “Perwerde ziman e çav e. Bi perwerdeyê mirov jiyan û jinan nas dike. Di fermanê de me fikrên Rêbertî nas kir. Em silavên xwe ji vir heta Îmraliyê ji serokê xwe re dişînin. Keç û xortên me azad bûn. Hêz, sazî û dezgehên me ava bûn, bi saya fikir û felsefeya Rêbertî. Fikrên Êzdidayetiyê û yên Rêbertî ji hev ne cuda ne.”

‘Perwerde li ser jinan bû’

Kinê Xidir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ser mijarên perwerdeyê û wiha got: “Em destxweşiyê li wan dikin ên ku bûn alîkar û perwerde dan me. Perwerdeya me piranî li ser rewşa jinan bû. Divê jin çawa xwe birêve bibin, siyasetê bikin û her tiştê baş bikin? Li ser van mijaran bû. Jin ne tenê divê li malê bin, ji bo hêz û parastinê divê li derve bin xwe perwerde bikin. Ji bo ku civakê birêve bibin û pêşengiyê bikin. Mînakên wê hene xwedawend hene. Fikrên serok Apo mijara wekheviya di navbera jin û mêr de ji mere zelal kir.”